Du pirtûkên wergeradî Kurmanciyê beriya çendekê der çûn. Yek jê klasîkeke dinyayê, ya din jî hema bibêje êdî klasîkeke Tirkî ye. Yek ji wan ”Qaqlîbaz” e ku berê jî hatibû wergerandin û ya din jî ”Golgesizler” a Hasan Alî Toptaş e ku bi navê ”Bêsîber” hatiye wergerandin. ”Golgesîzler” yek ji wan pirtûkên serketî yê nivîskarê Tirk, Hasan Alî Toptaş e ku sala 1995’an hat xelatkirin. Ji wê rojê ve heta niha ev pirtûk li ber çavan e û êdî bûye klasîkeke Tirkî. Nivîskar Dilawer Zeraq pirtûk wergerand Kurdî û pirtûk ji Weşanên Lîsê di rêza ”Cervantes” de hatiye weşadin. ”Bêsîber” vegotineke windabûnê ye; vegotina ji nişke ve windabûnan, vegerên nelibendebûnê, sêhrên bi mirin, neynika siyên me ku dikevin ber dewletê.

Careke din ”Qaqlîbaz” ”Qaqlîbaz” pirtûkeke ji klasîkên dinyayê ya nivîskar Richart Bach e. Bach sala 1936’an li DYE’yê hatiye dinê. Di nav pirtûkên wî de ”Qaqlîbaz” pirtûka ku herî zêde tê nasîn û herî zêde hatiye belavkirin e. Qaqlîbaz heta niha li gelek zimanan hatibû wergerandin û ji bo Kurdî jî hatibû wergerandin. Di salên 90’î de Osman Ozçelîk ew wergerandibû Kurdî. Niha bi wergereke nû li nav xwendevanên Kurd e. Mehmet Çelîk wergera pirtûkê ji Ingilîzî kiriye û bi Kurdî derketiye. Di ”Qaqlîbaz”ê de  çîroka qaqlîbaz ê bi navê Jonathan Livingston derdikeve pêş. Di wê demê de ku qaqlîbaz ji bo pariyek nan têdikoşin, ji nav wan qaqlîbazek cuda ye, qaqlîbazek azad e, sînoran nas nake... Pirtûka Qaqlîbaz bi fikir û zimanê xwe, bi çîroka ku bi ser qaqlîbazan re gelek tiştan nîşanî xwendevan dide, carinan dersê jî dide wan.

Kunyeyên pirtûkan

  • Bêsîber - Hasan Ali Toptaş / Wergera ji Tirkî: Dilawer Zeraq / Weşanên Lîs / 2018 / 270 rûpel
  •  Qaqlîbaz / Richard Bach / Wergera ji Ingilîzî: Mehmet Çelîk / Weşanên J&J / 2018 / 88 rûpel