Hûnandina xalîçeyan di roja me ya îro gellek kêm bûye, lê bi nexşên ku li ser wan hatine hûnandin hê jî xemla gelek malan e. Mirovên ku bala wan li ser hûnandina hunera destan e îro jî bi hêza makîneyan vî karê xwe berdewam dikin.
Jina bi navê Sûzan Bozkuş a ku perwerdeya hûnandina xalîçeyan dide û her wiha bi destên xwe wan dihûne got: ”Xalîçeyên ku bi destan tên çêkirin gelek bi qiymetin ji ber vê jî divê ku civak xwedî li dîroka xwe û keda xwe derkeve. Her girêk û her nexş a ku tê hûnandin çîrokeke wê civakê vedibêje. Xalîçe û Ferşên ku bi hunera destên mirovan tên çêkirin di heman demê de hem li erdê tên raxistin û hem jî ji bo xemla li dîwaran tên bikaranîn. Xalîçe û feraşên bi destan tên çêkirin çiqas ku kevin dibin ewqas bûhayê wan zêde dibe. Her wiha di heman demê de çanda civaka ku jê dertên jî didin nîşandan.”

‘Çûk nîşana mirinê ye’

Sûzan destnîşan kir ku xalîçe û feraşên bi destên mirovan tên çêkirin li gorî herêman wateya wan heye û wiha axaftina xwe berdewam kir: “Kevneşopiyeke hin nexşan heye. Ev nexşên ku li ser xalîçe û feraşan tên çêkirin her yek wateyeke wan heye û wekî wateya mirin, mirbûn û zayînê ji hev cuda dibin. Gava ku xalîçe tên çêkirin li gorî vê temayê tên çêkirin. Mînak nexşên ku wekî moriyên çavînokiyê tên çêkirin tên wateya zayînê. Nexşa ku wekî devê gur tê çêkirin jî jiyanê nîşan dide. Li ser xalîçeyên herî zêde çûk heye ku ji ber ku çûk li gelek herêman di wateya mirinê de tê hûnandin.”

Bi destê jinan pêşket

Sûzan bal kişand ser dîroka hûnandina xalîçe û faraşên bi destan jî û wiha pê de çû: „Parçeyên berhemên hûnandina bidestan yên beriya du salan hatine dîtin. Bi qasî ku tê zanîn li cîhanê hûnera destan gelek zû bi pêş ketiye. Hûnandina xaliçeyan ji bo mirovan pêdiviyek bûye û ev hûner bi destê jinan bi pêş ketiye. Her çiqas ku hunera destan a hûnandina xalîçeyan di sedsalên 13 û 14’an de bêhtir xwe dabe der, vê hûnerê di nava demê de xwe li qesran jî da der. Ji ber vê Abdulhamît ê duyem vê ferq dike û li qesra xwe dest bi hûnandina xalîçe û feraşan dike.”

‘Li çanda xwe xwedî derkevin’

Her wiha Sûzanê di dawiya axaftina xwe de got ku çand û hunera civakê neynika wê ye û wiha dawî li axafitna xwe anî: ”Ez bawer dikim ku ez ê hestên xwe bi hûnerê bînim ziman. Ez ê hestên xwe û ramanên xwe hem di vê pêvaoyê de û hem jî di pêvajoya pêş de li ser tablayan binexşînim. Gava ku çand û hûner tune be tu carî civak pêşve neçe. Ez bang li her kesî dikim ku bila xwedî li çand û hûnera xwe derkevin û wê bi pêşve bibin. ” 



 AMED