Çalakvana mafê jina li Kelarê, Şeyma Cemal diyar kir ku Herêma Kurdistanê bi kirîzek mezin re rû bi rû ye û jin jî mexdûrên vê kirîzê ne.

 Şeyma Cemal dazanîn ku bazirganîkirin bi jinan li Herêma Kurdistanê zêde bûye û wiha axivî: “Bazirganîkirin bi jinan zêde bûye. Bi taybet piştî hatina penaberan, her ku diçe ev diyarde zêdetir jî dibe. Gelek caran jin neçar dimînin ji bo debara jiyana xwe bikin, karê leşfiroşiyê dikin.”

 Cemal her wiha behsa bandorên kirîza aborî li ser rewşa rêxistinên jinan jî kir û wiha axivî: “Ji ber kirîza aborî gelek rêxistinên jinan kar û çalakiyên xwe dane sekinandin. Desteya Mafê Mirovan dikarin li ser vê mijarê bisekinin. Divê di nava hewldanan de bin ku bazirganiya bi jinan were rawstandin.”

 

Reşweke metirsî heye

Der barê heman mijarê de çalakvana jin, Gulebax Hesen jî ragihand ku bazirganîkirina bi jinan rewşeke metirsîdare û wiha pêde çû: “Pêwîst bû rêxistin û çalakvanên mafê jinan bi bihîstina bazirganîkirina bi jinan li Germiyan, bihejiyan. Ji ber ku ev rewşekî gelekî mestirsîdare, bi taybet bo civaka me Kurdan. Jinên ku neçarî leşfiroşiyê tên kirin, ji aliyê kesên desthilatdar û berpirsên  Herêma Kurdistanê ve narçî vî karî tên kirin.”

 Nizar Mihemd çalakvanek din a mafê jinan li Germiyan, der barê mijarê de wiha got: “Diviyabû rêxistinên jinan û hikûmetê li ser mijara bazirganîkirinê beriya niha jî xebatek bimeşandan. Nabe ku piştî bûyer qewimî, paşê haya wan jê hebe. Ji ber ku pêlek mezin ji penaberan berê xwe dane herêmê. Pêwîst bû hema ji wê demê ve xebat li ser mijarê bihata kirin.”

Mihemed behsa rola rêxistinên jinan kir û wiha rexne kir: “Rola rêxistinên jinan di vir de ji ber ku gelek ji wan ser bi partiyên siyasî ne, lawaz in. Bazirganiya ku bi jinan tê kirin, jixwe partiyek siyasî li piştê ye loma  xwe bêdeng kirine. Lê pêwîst bû beriya wê tedbîr bihata girtin.”



BERHEM LETÎF / ROJNEWS/ GERMIYAN