Zîlan (Zeynep Kinaci) di salvegera 21. a çalakiya xwe ya canbexşane de li paytexta Ermenîstan Erîvanê û li Komara Xweser a Adigey a Rûsyayê hat bîranîn.
Ji bo bîranîna Zîlan, li paytexta Ermenîstan Erîvanê Kurdistan Komîteyê civînek li dar xist. Civînê bi rêzgirtina ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê dest pê kir.
Endamê Kurdistan Komîtê Dawût Karasû di destpêka civînê de axivî û destnîşan kir ku Zîlan ji bo tevahiya gelê Kurdistanê bi taybetî jinên Kurd tê wateya azadî û serketinê.
Karasû got, "Hevrê Zîlan di demeke welê de çalakî pêk anî ku dijminê Kurdan bi taybetî jî dewleta Tirk û hemû dewletên biyanî hejiyan."
Piştre Seroka Kurdistan Komîte Jinîka Qadir peyivî û got, "Weke jinên Kurd em di serî de bejna xwe li ber çalakiya hevrê Zîlan ditewînin. Çalakiya wê ji dil û can silav dikin. Bi keda şehîd Zîlan û hemû şehîdên me em îro weke jinên Kurd li cîhanê serbilind in."
Serokê Şêwra Kurdên Ermenîstanê û Parlamenter Kinyasê Hemîd dûre axivî û got, "Bi saya şehîdan, em îro dikarin xwe baş biparêzin. Bang li gelê Kurd dikim ku di demeke nêz de tifaqa xwe bi lez xurt bikin û kongreya neteweyî bicivînin. Wê demê em ê karibin azad bibin û xwîna şehîdên me li erdê nemîne."
Zîlan li Adigey hat bibîranîn
Kurdistaniyên li Komara Xweser a Adigey a Rûsyayê, gerîlaya PKK'ê Zîlan (Zeynep Kinaci) di salvegera 21. a çalakiya xwe de bi bîr anî. Bi vê armancê li Navenda Çanda Kurd a Adigeyê civînek hat lidarxistin. Civînê bi rêzgirtina ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê dest pê kir. Piştre li ser jiyan û têkoşîna Zîlan sînevîzyon hat nîşandan.
Seroka Organîzasyona Jinên Kurd li Moskovê Tara Qadir di civînê de axivî û got, "Çalakiya Zîlan ji bo jinên Kurd tê wateya manîfestoya lêgerîna li rastiyê. Zîlan xwedî wê hêzê bû ku bi tena serê xwe pêşî li êrîşa li dijî Rêbertiyê bigire. Bi çalakiya xwe, hemû lîstikên qirêj ên dewleta Tirk ji hev xistin. Divê em jî bi vîneke xurt û biryardariya çalakî û ruhê Zîlan, pêşî li komploya qirêj û tecrîdkirina Rêberê xwe bigirin."
ANF / ERÎVAN - ADIGEY