
Li Berlîn a Almanyayê bi beşdarbûna 2 hezar kesî meşek pêk hat û komkujiya Pirsûsê hat protestokirin. Meş pêr êvarê saet di 19.00’an de li Qada Cellaetîn Kesîm çalakiyek pêk hat. Piştî axaftinên ku li vir hatin kirin şûnde girse ber bi qada Kottîn ve meşiyan. Di meşê de di dirûşmên hatin berzkirin de AKP, Erdogan û DAIŞ hat lanetkirin.
Li bajarê Gîessen ê Almanyayê bi dehan kes hatin cem hev û li Kîchplatzê êrîş proteseto kirin. Çalakî ji aliyê Navenda Civaka Kurd a Demokatîk ve pêk hat. Meclisa Jinan a Berçem, AKM Gîessen û welatiyên din beşdarî çalakiyê bûn. Bi dirûşmeyan hêrsa li dijî AKP û DAIŞ’ê anîn ziman û piştî daxuyaniyê girse belav bû.
Ber seferatxaneya Tirkiyê mîtîng pêk hat
Li Hambûrgê jî komkujiya Pirsûsê hat lanetkirin. Bi banga Yekîtiya Hêza Demokratîk a Hambûrgê li ber seferatxaneya Tirkiyeyê mîtîngek pêk hat û hat diyar kirin ku dewleta Tirkiyeyê berpirsê êrîşa li Pirsûsê ye û ji AKP’ê hesab hat pirsîn. Parlamentera Partiya Çep a Hambûrgê Cansû Ozdemîr bang li hikûmeta Alman kir ku li dijî hikûmeta Tirk bibe xwedî helwest. Piştî axaftinan girseyê dest bi meşê kir. Meş li taxa Sternschanze bi dawî bû.
Li bajarê Freîbûrgê jî bi heman armancê çalakiyek pêk hat. Di nav de endamên Antîfa û Dîe Lînke jî heye nêzî 500 kesî beşdar bûn. Di meşê de belavok hatin belavkirin û li navenda bajar daxuyaniyek hat dayîn. Deqeyek rêz hat girtin û sirûda ‘Çerxa Şoreşê’ hat xwendin.
Kurdên li Bremenê li ber parlamentoya eyaleta Bremenê hatin cem hev û demokratên Tirkiyeyê, Parlamenterên Partiya Çep, ciwanên sosyalîst çep, endamên Komîteya Piştevaniya Kobanê jî destek dan meşê.
Li Hannover bi pêşengtiya Ciwanên Azad mêş hat lidarxistin
Li bajarê Mannheîm jî Navenda Civaka Kurd û Yekîtiya Hêza Demokratîk çalakiyek pêk anîn. Çalakî pêr saet di 18’an de bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştre daxuyaniya NAV-DEM’ê hat xwendin. Hevserokê Navenda Civaka Kurd Halîs Dogan jî axivî û got ev komkujî li dijî Kurd û sosyalîstan pêk hatiye. Di çalakiyê de ATÎK,AGÎF, AABF, YXK, SKB, Dîe Lînke, Grunen, MLPD peyamek dan. Nêzî hezar kesî beşdarî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de bang hat kirin ku hemû kes beşdarî çalakiya roja çarşemê saet di 19.00’an de ji bo protestokirina tecrîdê pêk tê, bibin.
Li bajarê Hannover bi pêşengiya Ciwanên Azad meşek pêk hat û bi hezaran kesî li Qada Steîntor dest bi meşê kirin. Yekîtiya Hêza Demokratîk, Çepa Elman û rêxistinên sosyalîst destek dan meşê.
Li Nurnbergê li ber Lorenkîche mîtîngek pêk hat. Piştre girseyê berbi Mafîenplatzê dest bi meşê kir. Pêkhateyên Yekîtiya Hêza Demokratîk meş organîzekirin û gelek saziyan destek dan meşê. Di mîtînga li Lorenzerplatz pêk hat de peyamên yekîtiyê hatin dayîn.
Li Stûttgartê jî li Schlosplatzê çalakî pêk hat. AvEG-Kon, AGÎF, Joung Struggle, NAV-DEM, ATÎK, AABF, ADHK, DÎDF, Piştevaniya Jinan a Kurd, Piştevaniya Enternasyonal û Alinterî beşdarî çalakiyê bûn.
Li Dortmûndê jî li Hansplatzê mîtîngek pêk hat. DAKME,DÎDF, MLKP, YXK û Dîe Lînke destek da çalakiyê. Bi tevahî 500 kes beşdarî çalakiyê bûn.
Li Saarbruckenê jî komkujî hat protesto kirin. Ji bo ciwanên jiyana xwe ji dest dane deqeyek rêz hat girtin. Girse derbasî meşê bû Tirkiye hat şermezarkirin. Li ber Cîty Arkaden bi hezaran kes hatin cem hev û alên YPG / YPJ, KCK, HDP, KJB, MLKP, BÎR-KAR, MLPD’ê û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hildan.
Li Frankfurtê li ber Haupbannhof 500 Kurd û endamên Yekîtiya Hêza Demokratîk hatin cem hev. Alên PYD, YPG-YPJ’ê hatin hildan û dirûşeyên ‘tolhildan’, ‘Kujer AKP, Kujer DAIŞ’ hat berzkirin.
Fransayê komkujî hat protesto kirin
Li ser banga Konseya Kurd a Fransayê (CDK-F), Yekîtiya Jinên Sosyalîst, ACTÎT-Ciwanên Sosyalîst, Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJK-E), Ciwanên Azad, Partiya Komunîst a Fransayê, Komeleya Piştevaniya Kurdistanê ya Fransayê, bi armanca şermezarkirina komkujiya li Parîsê, Kurdistanî û Tirkiyeyiyên li Parîsê dijîn li ber Sefaretxaneya Tirk a li Parîsê civiyan.
Girseya gel li vê derê dirûşma „Barbar DAIŞ, Kujer Tirkiye“ qîriya. Di axaftinên li çalakiyê de hat gotin, „Berxwedana mirovahiyê wê heta dawiyê dewam bike.“
Çalakî bi qîrîna dirûşmên „Dewleta kujer wê hesap bide“, „Bijî piştevaniya enternasyonal“, „Bijî berxwedana Kobanê“ bi dawî bû.
Kurdistaniyên li abjarê Rennes û derdora wê dijîn, li meydana herî qelebalix a li navenda bajêr civiyan. Komkujî, li Bordeaûxê jî hat protestokirin.
Ji bo şermezarkirina komkujiya li Pirsûsê li bajarê Toûloûse mîtîngek hat lidarxistin. Mîtînga li Toûloûse bi qîrîna dirûşmeyên ‘terorîst DAIŞ, terorîst AKP’i ‘Bijî piştevaniya enternasyonîst’ bi dawî bû.
Bi armanca şermezarkirina komkujiyê li bajarê Montpeîllerê ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd ve meşek hat lidarxistin. Ji bo meşê girseya gel li Gambetta civiya û ji vir ber bi Meydana Comedîe meşiya.
Bi heman mabestê li bajarê nîce bi sedan kes meşiyan. Meşa ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li meydana herî qelebalix a bajêr hat organîzekirin, piştî saetekê veguherÎ mîtîngê. Li Strasbourg a Fransayê jî li dijî komkujiyê li qada Kleber mîtîngek pêk hat. Roja Şemiyê li ber Sefaretxaneya Tirk wê komujiya Pirsûsê bê protestokirin.
Komkujiya li dijî ciwanên SGDF’yî li Marsîlyayê jî hat protestokirin.
Li Stockholm û Gewle çalakî
Êrîşa bombeyî ya li hemberî ciwanên Sosyalîst li paytexta Swêd Stockhomê saet di 18:00 de hat protestokirin. Di xwepêşandana li Meydana Sergelê de çeteyên DAIŞ’ê û hikûmeta AKP’ê ya destekê dide çeteyan bi hêrseke mezin hatin şermezarkirin. Kurdistanî û dostên wan ên tevlî çalakiyê bûn, bi qîrîna dirûşmeyan DAIŞ û Hikûmeta AKP protesto kirin.
Komkujî li bajarê Swêd Gavleyê jî hat protestokirin. Di çalakiyê de ji bo welatiyên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan, deqeyek rêz hat girtin. Hevserokê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) a Gavle Êrîş Battê di axaftina xwe ya li vir de ragihand ku li pişt komkujiyê AKP heye.
‘Berpisryarê komkujiyê AKP ye’
Li bajarên Swîsreyê bi sedan kes daketin qadan û komkujiya li Pirsûsê pêk hatiye, lanet kirin. Di axaftinan de hat diyarkirin ku komkujî bi desteka AKP’ê pêk hatiye û bang hat kirin ku Kurd û dostên wan ên li Ewropayê dijîn biherikin qadan.
Bi pêşengiya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk (DEM-KURD) li Basel, Zurîch, Lozan, Cenevre û Bernê bi beşdarbûna sedan kesî komkujî hat lanetkirin û hat diyarkirin ku hikûmeta AKP’ê û Serokkomarê Tirk Erdogan berpirsyarên komkujiyê ne.
Li Viyanayê protesto
Li paytexta Awûstûrya Viyanayê, komkujiya li Pirsûsê bi çalakiyekê hat şermezarkirin. Girseya gel, ji bo komkujiya çeteyên DAIŞ’ê ya li Pirsûsê şermezar bike, li ber Serkonsolosxaneya Tirkiyeyê ya li Viyanayê civiya. Girseya gel lanet li terora DAIŞ‘ê anî û dewleta Tirk şermezar kir.Di çalakiyê de bê navber dirûşmên „Lêde gerîla lê de, Kurdistanê ava bike“, „Terorîst Erdogan“, „Tirkiye fînanse dike, DAIŞ bombe dike“ hatin qîrîn û belavoka li ser komkujiya li Pirsûsê hat amadekirin, hat xwendin.
Komkujiya li Pirsûsê, li bajarê Hollanda Den Haagê hat protestokirin. Lê belê di dema belavbûna girseya gel de polîsan êrîşî gel kirin û 10 kes kirin binçavan.
NAVENDA NÛÇEYAN