Tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û biryara DYE’yê ya li dijî 3 rêveberên PKK’ê li gelek navendan hate rûreşkirin.

Fransa

Kurdistanî tevî dostên xwe li bajarê Montpellierê civiyan û tecrîdkirina Ocalan û biryara DYE’yê ya li dijî kadroyên pêşeng ên PKK’ê meşiyan.

Di meşê de ku rêxistinên çep jî tevlî bûn, dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Şehîd namirin” hatin gotin. Bi navê girseyê, li meydana Comedieyê daxuyaniyek hate dayin. Di daxuyaniyê de biryara DYE’yê ya li dijî kadroyên pêşeng ên tevgera azadiyê ya Kurd hat şermezarkirin.

Bi heman armancê li bajarê Marsîlya yê Fransayê jî bi sedan kes li hev civiyan. Di çalakiyê de gelek belavokên bi zimanê Fransî hatin belavkirin û dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Şehîd namirin” hatin gotin. Meş li meydana Comedieyê qediya.

Awusturya

Li paytext Viyanayê jî, qedexekirina PKK’ê li welatên Yekîtiya Ewrûpayê bi meşekê hate şermezarkirin. Meş bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Viyanayê pêk hat û Kurdistanî ji gelek eyaletan tevlî bûn. Di çalakiyê de greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven jî hat silav kirin.

Holanda

Kurdistanî û dostên wan ên li bajarê Laheyê (Den Haag) jî li dijî tecrîdkirina Ocalan û qedexekirina PKK’ê li welatên Ewrûpayê, meşiyan. Piştî meşê mîtîngek hate lidarxistin û ‘Êlek Zer’ên Holandî jî piştgirî da çalakgeran. Li Laheyê, ji bo desteka greva birçîbûnê ya wekîla HDP’yî Leyla Guven, greva birçîbûnê ya bê dawî û dorveger dest pê kir.

Elmanya

Li bajarê Freibûrgê jî ciwanên Kurd pankartek ji ala PKK’ê, wêneyê Ocalan û nivîsa “PKK 41 salî ye” li ser pireke nêzî gara trenê daliqandin.

Swêd

Tecrîdkirin Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û qedexeya li ser PKK’ê ya li bajarê Orebro yê Swêdê jî hate şermezarkirin.

Qisekeran diyar kir ku di şexsê Ocalan de êriş li temamiya gelê Kurd tê kirin û ji bo rakirina tecrîdê bang li Kurdistaniyan û dostên wan kirin da ku têbikoşin.

 

NAVENDA NÛÇEYAN