Li bajarên Sandvîken, Hûdîksvall û Soderhamn ên herêma Dalarna ya Swêdê, Kurdistaniyan ji bo destekkirina berxwedana Nisêbînê û HDP’ê, çalakî li dar xistin. Rêxistina Herema Dalarna ya Partiya Karker a Sosyal Demokrat jî daxuyaniyek da çapemeniyê û betalkirina mafê destnedana parlamenterên HDP’ê şermezar kir.

SANDVÎKEN: Kurdistanî li bajarê Sandvîken li ber avahiya Şaredariyê civiyan, komkujiyên dewleta Tirk li Kurdistanê û betalkirina mafê destnedana parlamenterên HDP’ê şermezar kir û berxwedana xwerêveberiyê silav kir.

Endamê Meclîsa Şaredariyê Îhsan Batte derbarê çalakiyê de daxuyanî da û daxwazên Kurdan ragihandin. Çalakgeran her weha dosyayek li ser rewşa dawî ya li Kurdistanê û Tirkiyeyê tevî fîlmê bi navê “Cizîr jî vedibêje”, radestî rêveberên şaredariyê kirin. Piştî ku rêveberên şaredariyê dan xuyakirin, ku ew ê bi mijarê re elaqedar bibin, çalakî bi dawî bû.

SODERHAMN: Li bajarê Soderhamnê jî dawiya hefteyê bi armanca xwedîderketina li HDP û berxwedana xwerêveberiyê meş û mîtîngek hat lidarxistin. Di çalakiyê de gelek Swêdî jî lê amade bûn, dirûşmên “Kujer Erdogan”, “Tirkiye û DAIŞ heman tişt in” û “Piştgiriyê bidin Kurdistanê” hatin gotin. Kurdistaniyan her weha ji hikûmeta Swêdê xwest, helwesteke zelal li hemberî dewleta Tirk nîşan bide.

HÛDÎKSVALL: Kurdistaniyên li navenda bajarê Hûdîskvallê civiyayî jî bi pankarta li ser nivîsandî “Dawiyê li dagirkeriya dewleta Tirk a li Kurdistanê bîne” ber bi avahiya Şaredariyê ve meşiyan. Di meşê de li ser rewşa dawî ya li Kurdistan û Tirkiyeyê belavok hatin belavkirin û dirûşma “Artêşa Tirk ji Kurdistanê bicehime” hat gotin.

Kurdistaniyan piştî ku bi endamên meclîsa şaredariyê re hevdîtineke kurt kir, dosyayek li ser êrîşên dewleta Tirk radestî rayedarên şaredariyê kir û çalakiya xwe qedand.


Sosyal demokratan li Dalarnayê destek da HDP’ê

Rêxistina Herêma Dalarna ya Partiya Karker a Sosyal Demokratan jî daxuyaniyek da çapemeniyê û betalkirina mafê destnedana parlamenterên HDP’ê şermezar kir. Di daxuyaniyê de li ser navê partiyê Krîtîna Svensson diyar kir ku rêxistina wan a partiyê radigihîne, ev biryara parlamena Tirk li dijî Kurdan û HDP’ê ye. Ombûdsmana Yekemîn a Herêma Dalarna ya partiyê Evîn Çetîn jî got, ew HDP’ê weke hêzeke xurt a demokratîk a temsîlkarê nirxên pêşverû, dibînin. 


 STOCKHOLM