Artêşa Tirk a dagirker gundê Aqîbê yê navçeya Şêrewa ya kantona Efrîna dagirkirî topbaran kir. Ji ber topbaranê 3 kesên ji malbatekê şehîd bûn û 3 sivîl jî birîndar bûn.
Ji ber topbaranê Hesen Izet Mihemed (55), Fatime Elî (46) û zaroka bi navê Sîroced Hesen Mihemed (12) ên ji heman malbatê şehîd bûn.
Di topbaranê de Mufîda Remzî Hesen (48), Îsmet Hemo (40), zarokê bi navê Cemîl Hemû (8) ku ji malbatekê ne û xelkên gundê Korzelê yê navçeya Şêrewayê ne, birîndar bûn.
Pêr bi şev her du malbat di malekê de kom bûbûn û ji ber topbarana artêşa Tirk mal bi ser serê welatiyan de hilweşiya.
Tê zanîn ku 2’yê Kanûna 2019`an artêşa Tirk a dagirker li Til Rifetê komkujî pêk anî û di encamê de 10 sivîl birîndar bûn, ji wan 8 zarok bûn.
NAVENDA NÛÇEYAN