Marûf ji ajansa nûçeyan a fermî ya Îranê Îrna re peyivî û diyar kir ku ji ber kêmasiya ekîpman a çiyageran ew li tevahiya şikeftê negeriyane û lêkolîna pêwîst nekarî bikin. Marûf ragihand ku wan ji lêkolînerên şikeftan ên Îranê alîkarî xwestine.
Marûf axaftina xwe wiha dewam kir: "Ketina hundirê şikeftê gelekî zehmet e. Çiyagerên li Serdeştê bi tenê karîbûn qadeke 200 metreyî ya li beşa avî ya şikeftê bigerin. Qadên berfireh ên mayî, nekarî bigerin. Ji bo vê jî pêwistî bi ekîpmanên hîn bêtir pispor heye. Ji ber vê yekê me ji ekîbên şikeftan lêkolîn dikin, alîkarî xwestin."
Li gorî pisporan ev şikeft, şikefta herî mezin a avî ya binê erdê ye ku li Îranê heta roja îro hatiye kifşkirin.
Bajarê Serdeşt ê Rojhilatê Kurdistanê, bi şikeftên xwe yên avî yên binê erdê balê dikşîne. Şikefta Qureqala ya li vî bajarî hat dîtin, weke yek ji şikeftên herî mezin ên Îran û herêmê dihat nirxandin.
SERDEŞT