
Bi rasthatina Cejna Zimanê Kurdî, 90 xwendekarên jin ên asta duyemîn û sêyemên li Serêkaniyê bawernameya zimanê Kurdî wergirtin.
Saziya Zimanê Kurdî (SZK) bi boneya Cejna Zimanê Kurdî doşemê li Navenda Waşokanî ya Çand û Hunera Demokratîk, 90 bawernameyên zimanê Kurdî li şagirtên jin ên asta duyemîn û sêyemîn bi merasîmekê belav kirin.
Şagirt, mamosteyên bajarê Serêkaniyê û malbatên şagirtan jî tevlî merasîmê bûn.
Endama Yekîtiya Mamosteyan, Şêrîn Ebdî di merasîma belavkirina bawernameyan de axivî û 15`ê Gulanê, Cejna Zimanê Kurdî, li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, gelê Kurd û şervanên di bereyên şer de, pîroz kir.
Şêrîn Ebdî, têkoşer Viyan Amara bi bîr anî û di kesayeta wê de ev roj li hemû mamosteyên têkoşer ku ji bo zimanê kurdî canê xwe feda kirine, pîroz kir.
Şêrîn Ebdî da zanîn ku Roja 15`ê Gulanê ji bo gelê Kurd rojeke dîrokî ye û wiha pê de çû: “Bi pêşengiya Mîr Celadet Bedirxan û Osman Sebrî cara yekemîn Kovara Hawarê bi tîpên latînî weşandin. Ji wê rojê bi şûnd ve gelê Kurd vê rojê pîroz dike”.
Piştî axaftinê, 90 şagirtên jin bawernameyên xwe wergirtin.
SERÊKANIYÊ