Li Rojavayê Kurdistanê di xebatên sazkirina Xweseriya Demokratîk de xebatên tendûristiyê jî cihekî girîng digirin. Bi vê armancê komîsyona tendûristiyê li gelek bajaran li ser nexweşiyan civîn û semînaran lidardixe. Yek ji van civînan jî li bajarê Serêkaniyê hate lidarxistin. Civîn li Medreseya Evdirahman Xafiqî hate lidarxistin. Piraniya wan jin, gelek kes beşdarî civînê bûn.
Bijîjk Baqir Eto tevlî civînê bû û li ser nexweşiyan û tedbîrên parastina ji nexweşiyan agahî da. Di civînê de hat diyarkirin ku di şert û mercên zexmet ên şer de nexweşî hîn zêdetir belav dibin û der barê nexweşiyên vegir de hişyarî hate dayîn.
Piştî agahiyan, kesên beşdarî civînê bûne der barê pirsgirêkên tendûristiyê ku pê re rû bi rû dimînin ji bijîjk Eto pirs kirin. Civîn bi pirs û bersîvan bi dawî bû.
ANF/SERÊKANİYÊ