Li Serêkaniyê kooperatîfên gel
Li Rojavayê Kurdistanê bi xurtbûna şoreşê re gel dest bi avakirina kooperatîfan kir. Niha li herêmê bi sedan kooperatîf hatine avakirin. Yek ji herêmên ku sîstema aboriya demokratîk lê bi pêş ketiye jî Bajarê Serêkaniyê ye.
Li Serêkaniyê ji 2014’an ve kooperatîf hatine avakirin. Ji bo ku civak ekonomiya xwe bi pêş ve bibe û debara xwe bike, kesên di civakê de bi awayekî hevbeş para xwe dixin nava kooperatîfê. Piştî ku par tên komkirin, her kes di wî karî de kedê dide û berhema derdikeve jî bi awayekî wekhev tê parvekirin.
Berpirsyarê Mala Kooperatîfan a Serêkaniyê Fadil Bozan li ser rewşa kooperatîfan axivî û got, “Em ji bo gelê xwe civînan çêdikin bê ka kooperatîf çi ye û ji bo çi tê avakirin. Em madî û manewî alîkariyê didin gel. Em projeyên wan didin aliyên peywendîdar.”
Fadil Bozan da zanîn li Serêkaniyê 15 kooperatîfên çandiniyê, yek ya firinê û yek jî hevgirtin hene û wiha peyivî: "Li herêmê hemû rêxistinên kooperatîfan niha lawaz bûne. Hîna gelê me fêrî sîstemeke kooperetîvan nebûye. Ji ber bazara şexsî ku bi salan e fêr bûne, bi heman şêweyî nêzî kooperatîfan dibin. Ji gel re perwerde pêwîst e. Divê em sîstema kooperatîfan bi gel bidin fêmkirin.” ANHA /HESEKÊ