Gerîlayên HPG/YJA Starê li Serhed û Xerza derbên xurt li dagirkeran da. Di van çalakiyan de bi qasî hate zelalkirin 21 leşker hatine kuştin. Wesayîteke kîrpî û amarog hate rûxandin û tangekê jî ji gerîlayan derb xwar.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyên gerîla yên li Serhed û Xerza agahî da.
Li gorî vê, gerîlayan 19´ê Cotmehê li Heftanînê li Girê Partîzan 2 çalakî kirin. Di çalakiyê de du wesayîtên kepçe derb xwarin, lê hejmara leşkerên kuştî û birîndar nehate zelalkirin. 20 Cotmehê dîsa li Girê Partîzan çalakiyek hat kirin.
Heman rojê gerîlayan li Girê Xeregol a navçeya Çelê ya Colemêrgê çalakiyek kirin.
Di çalakiya li navçeya Agirî Bazîdê de wesayîta zirxî û amarog hatin rûxandin û tankek li nava qereqolê jî derb xwar. Di vê çalakiya berfireh de 8 leşker hatin kuştin. Di vê çalakiyê de gerîlayan zirar nedît.
20’ê Cotmehê, li devera Şehîd Mizgîn a Bedlîsê di navbera hêzên gerîla û dagirkeran de şer qewimî. Di şer de ku gelek leşkerên Tirk hatin kuştin û birîndar bûn, lê hejmar nehat zelalkirin.
Piştî çalakiyê bi rojekê, eskerên Tirk li herêmê ketin nava tevgerê. Hêzên gerîla ji nêz ve li van eskeran da û di encamê de 3 esker hatin kuştin û hejmarek esker jî birîndar bûn.
ANF/BEHDÎNAN