Di panelê de Parazvana Mafên Mirovan Eren Keskin, anî ziman ku hikûmeta AKP'ê di bin navê dijberiya şîdetê û vesayeta leşkerî de bû desthilatdar, lê niha bi leşkerî û vesayetê re pir baş li hev dike. Endama Desteya Rêveber a Navnedî ya BDP'ê Yildiz Aktaş jî anî ziman ku ew ê wekî jinên kurd her tim têbikoşin.
Navenda Jinê ya Berfînê ya Şaredariya Sêrtê li Salona konferansê ya Şaredariya Sêrtê panela bi navê  "Li Hemberî Qirkirin û Şikandina Îradeyê Nêzîkatiya Jinê" lidarxistin. Di panelê de Parazvana Mafên Mirovan Eren Keskin, Endama Desteya Rêveber a Navnedî ya BDP'ê Yildiz Aktaş weki qisekar amade bûn. Dîsa Şaredarê Sêrtê Selim Sadak, Endam û rêveberên BDP'ê, endamên Înîsiyatifa Dayikên Aştiyê, nûnerên saziyên sivîl ên civakî û gelek kesên din beşdarî panelê bûn.  Di panelê de Parazvana Mafên Mirovan Eren Keskin, anî ziman ku hikûmeta AKP'ê di bin navê dijberiya şîdetê û vesayeta leşkerî de bû desthilatdar, lê niha bi leşkerî û vesayetê re pir baş li hev dike. Keskîn, anî ziman ku komara Tirkiyeyê li ser mîrateya komkujiyê ya Osmanî bilind bûye û wiha got: "Ji bilî kurdan gelek çand û zimanên din têk çûn. Lê kurdan bi têkoşîna xwe ziman û çanda xwe parast û heta îro dimeşin. 
Keskin, da zanîn ku hikûmeta AKP'ê polîtîkayên komkujiyê berdewam dike û mînaka vê yekê ya herî berbiçav operasyonê di bin navê KCK'ê de tên meşandin in. Keskin, da zanîn ku ji bo li herêmê jin azad bibe vînek jina azad derketiye holê û wiha got: "Ji bo çareseriya pirsgirêka kurd muhatabê herî mezin Ocalan e. Ji bo azadiya jinê, jinan Platforma Azadiya Ocalan ava kir."
Endama Desteya Rêveber a Navnedî ya BDP'ê Yildiz Aktaş jî anî ziman ku ew ê weke jinên kurd her tim têbikoşin. Aktaş, da zanîn ku jina kurd her tim ji bo aştî, azadî û demokrasiyê têdikoşe. Aktaş, da zanîn ku helwesta dewletê ya li hemberî çareseriyê nehatiye guhertin. Aktaş, destnîşan kir ku muhatabê çareseriyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û xwest Serokwezîr Erdogan ji kurdan lêborînê bixwaze. 

DÎHA/SÊRT