Li sewalê Kurdan jî nayên rehmê
Dijminatî xwe bi wê yekê dide der ku mirov li kesê dijmin dibîne, bi ti awayî neyê rehmê. Li kes û xizmên wan, li erd, dar û berên wan, li mal milk û terş û talanên wan. Ya ku dewleta Tirk li Kurdan dike jî bi temamî ev e.
Li navçeya Colemêrgê Geverê, maşîneya zirxî ya eskerên dagirker li keriyê pez qelibî û 20 mîh telef kirin. Eskerên ku qas sewal telef kirin, weke ku tiştek nebûbe, bi maşînê rêya xwe dewam kir.
Li Geverê maşîneya zirxî ya eskerên Tirk ku ji karwanekî pêk dihat, li keriyê pez qelibî û di encamê de 20 mîh telef kirin. Welatiyan dema bi şev pezên xwe ji Zozanê Civyan dianîn, li nêzî gundê Civyan maşîneya eskeran li pez qelibî. Maşîna eskeran 20 miyên Selîm Altan telef kirin.
Welatiyan miyên telefbûyî li kêleka rê kom kirin. Karwanê eskerî jî mîna ku tiştek nebûbe, rêya xwe dewam kir. COLEMÊRG