Li navçeya Rihayê Sêwregê di malekê de di encama şewatê de yek jê 6 mehî 3 zarok mirin.Li taxa Karacadagê doh danê sibehî agir girte mala Haci Menek. Şewat, li malê hemûyî belav bû û 3 zarok di encamê de mirin. Ji malbata Menek zarokê 6 mehî Ahmet, Mistefa yê 2 salî û Bedrî Menek ê 3 salî di xew de mirin. Dayik û bavê zarokan ku wan kêliyan êm didan çêlekan, piştî ku bi şewatê hesiyan bang li yekîneyên agirkuj kirin û yekîneyê hat şewat vemirand. Yekîneyê piştî vemirandina şewatê cenazeyê 3 zarokan ji mal derxist û rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Sêwregê. 


 RIHA