Hemwelatiyên ku rêveberên BDP'ê jî di nava wan de, panqartên "Rojava ne bê xwedî ye, em berxwedana wan silav dikin" û "Komkûjiya Kobaniyê şermezar dikin" û posterên Seyîd Riza rakirin û diruşmeyên "Bijî Serok Apo", "Bijî berxwedana YPG'ê" qêriyan. Piştî meşa ku li meydanê bi dawî bû, Serokê Rêxistina BDP'ê ya Navçeyê Îbrahîm Ayyildiz, daxuyanî da û diyar kir ku şerê li Suriyeyê ku ketiye sala 3'emîn bê qûral û bê ûjdanî didom e. Ayyildiz, da zanîn ku di Rojava ya kurd li wir dijîn, El-Nusra, wek e Dewleta Îslam a Iraq Şam komên girêdayên El-Kaîdeyê bi piştgiriya ji Tirkiyeyê digirin re êrîşê gel dikin. Ayyildiz, wiha got: "Gelê kurd li dora YPG'ê bûn çeper û van komên çeteyan ji herêma xwe derxistin. Ev hêzên ku xwe nikaribûn pêşberê berxwedana YPG'ê bigire û têk çûn êrîşên dijmirovahî û wek e tirsekan pêk tînin. Êrîşa hefteya bihorî li Kobaniyê li hemberê gelên sivîl pêk hat ji bo vê mînak e. Yên êrîşên zarok zêc, jin, ixtiyarên sivîl dikin ne mirov in. Komên bi maskeya Îslamê û hin xayînên kurd ên di nava wan de van êrîşan kirine. Ew Îslama Muaviye ku ya Hz. Huseyîn di Kerbelayê de qetil kirin e." Ayyildiz, bibîrxist ku Rêberê PKK'ê Abdullah ocalan ji bo vî siya li ser Îslamê rabike Konferansa Îslamê ya Demokratîk pêşniyar kir.
RIHA