Navenda Çapemeniya YPG’ê derbarê êrîşên komên çete yên li ser taxa Şêxmeqsûd û gundên Kobanê û her wiha êrîşên artêşa tirk ên li ser herêmên sînor ên Rojava, bi daxuyaniyekê agahî da.
Daxuyanî wiha ye: “1’ê Gulanê komên çeteyan bi çekên qedexekirî yên wekî gazên kilor û topên cehenemê êrîş birin ser gundê Pîno ya ku dikeve bakurê Halebê. Çeteyan bi awayekî hemwext ji herêmên Eşrefiye, Muselles û Seken Şebab êrîş birin taxa Şêx Meqsûd lê ji aliyê hêzên me hatin şikandin. Di şerên milê Eşrefiyê de maşînekî leşkerî ya çeteyan hat derb kirin. Şerên li van qadan de qasî hat zelalkirin 5 endame çeteyan hatin kuştin, hejmarek zedê çete jî hatin birîndarkirin.
Hevalekî me ku ji bo şikandina êrîşên çeteyan de bi fedayî şer dikir gihiş asta şehadete.”
HELEB