Komên girêdayî Îtîlafa Sûriyeyê ku ENKS jî di nav de ye li taxa Şêxmeqsûd a Helebê komkujiyek pêk anîn, 4 welatiyên sîvîl jiyana xwe ji dest da. Her wiha Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Gel bi sê peyamên cuda aliyên ku çavdêriya agirbesta li Sûriyeyê dikin, agahdar kir.

Komên girêdayî mixalefeta Sûriyeyê ku ENKS’ê jî di nav de cih digre, bi mûşek û hawanan, û cereyên gazê hemwelatiyên taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê topbaran kirin. Ji ber topbaranê pêr 4 welatiyên sivîl ên taxê şehîd bûn û 7 jî birîndar bûn. Ji 4 kesên şehîd 3 ji heman malbatê ne.

Kesên ji heman malbatê ku di topbaranê de jiyana xwe ji dest dane, navên wan weha ye: Bav: Omer Cumaa (40) û her du keçên wî Rewşen (16) û Fatîma (12).

Malbata Omer ev 17 sal in ku li aliyê rojava yê taxa Şêxmeqsûd dimîne. Ew beriya 17 salan ji gundê xwe yê Kantona Efrînê gundê Mezin hatine vir. 

Ji ber topbarana komên girêdayî opozîsyona Sûriyeyê li ser taxa Şêxmeqsûd ji 16’ê Sibatê hetanî niha 54 hemwelatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dane û zêdetirî 500 kes jî birîndar bûne.

Ev komên ku qaşo navê opozîsyonê li xwe dikin, ragîhandibûn ku ew tevlî agirbesta li Sûriyeyê bûne. Piştî ku şerê xwe yê li dijî rêjîma Sûriyeyê ya El-Baas sekinandin berê hemû topên xwe dan taxa Şêxmeqsûd û komkujiyan pêk tînin.


Ji YPG’ê 3 peyam

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ji ekîba çavdêriya agirbesta Sûriyeyê re eşkere kir ku komên girêdayî Koalîsyona Sûriyeyê êrîşên li ser Şêxmeqsûd dewam dikin û ji ber êrîşan 4 sivîl şehîd bûne.

Fermandariya Giştî ya YPG bi sê peyamên cuda aliyên ku çavdêriya agirbesta li Sûriyeyê dikin, agahdar kir.


Peyama yekemîn wiha ye:

Di peyama yekemîn de bang li Ekîba Taybet bi Agirbesta Sûriyeyê hat kirin û hat gotin ku roja Şemiyê 19’ê Adara 2016’an saet di 15.00’an de komên çekdar ên girêdayî Koalîsyona Niştîmanî ya Sûriyeyê (Lîwaa Sultan Murad, Ehrar El-Şam, Furqeya 16’an, Lîwaa El-Fetih, Ceyş El-Mucahidîn, Kombûna Feqtesim Kema Emert û Tabûrên Nûreddîn Zenkî) bi çekên giran û navîn êrişî nuqteyên şervanên wan ên li taxa Şêxmeqsûd a Helebê kir. Her wiha hat destnîşankirin ku van koman ji aliyê Mesbeha Helebê û taxa El-Eşrefiyê êrîş kir.


Bi çekên giran êrîş dikin

Di peyama duyemîn de ev agahiyan hat dayîn: “Em dixwazin agahiyê bidin we (Ekîba Taybet bi Agirbesta Sûriyeyê) ku roja şemiyê 19’ê Adara 2016’an saet di 15.17’an de komên çekdar ên girêdayî Îtîlafa Sûriyeyê (Lîwaa Sultan Murad, Ehrar El-Şam, Furqeya 16’an, Lîwaa El-Fetih, Ceyş El-Mucahidîn, Kombûna Feqtesim Kema Emert û Tabûrên Nûreddîn Zenkî) bi çekên giran û mûşekên bi destan hatine çêkirin êrîşî nuqteyên YPG û avahiyên sivîl ên taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê kir. Êrîş ji aliyê Mesbeha Helebê, Taxa El-Eşrefiyê, seken Şebabî û Çerxerêya Cendûl pêk hatin. Di topbaranê de 4 welatiyên sivîl şehîd bûn, her wiha 7 sivîl jî birîndar bûn.”


Şervaneke YPG birîndar bû

Peyama sêyemîn jî bi vî hawî ye:” Em we agahdar dikin ku roja 20’ê Adara 2016’an saet di 12.00’an de komên çekdar ên girêdayî Koalîsyona Sûriyeyê (Lîwaa Sultan Murad, Ehrar El-Şam, Furqeya 16’an, Lîwaa El-Fetih, Ceyş El-Mucahidîn, Kombûna Feqtesim Kema Emert û Tabûrên Nûreddîn Zenkî) bi çekên giran û fûzayan nuqteyên şervanên me û avahiyên sivîlan ên taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê topbaran kir. Top ji aliyê taxa El-Eşrefiyê ve hatin avêtin. Ji ber topbaranê yek ji şervanên YPG’ê bi giranî birîndar bû.” 


 HELEB