Çeteyên El-Nusra û Ehrar El-Şamê ev 6 roj in ji herêma Cendûl û Kastêlo yên Helebê, taxa Şêxmeqsûd a Helebê a ku pirraniya şêniyên wê Kurd in bi çekên giran, hawan û tupên gazê topbaran dikin. Doh jî bi dehan top li taxê ketin.

Di encama topbaranê de ku ji 16’ê Sibata 2016’an ve bê navber didome, heta niha 13 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest da û di navê de jin û zarok jî 197 sivîl birîndar bûn. 

Li aliyek din, çavkaniyeke ajansa nûçeyan a ANHA’yê  ji herêmê ragihand ku di şer de li taxa Eşrefiyê ya Helebê heta niha 60 çete hatin kuştin û zêdetirî 100 çeteyî jî hatin birîndarkirin. Şerê li herêmê û topbarana çeteyan li dijî taxa Şêxmeqsûd didome.


Birîndar bi mirinê re rû bi rû ne

Li aliyê din li Şêxmeqsûdê derman û îmkanên peydakirina dermanan jî kêm in, lewra rewşa gelek birîndaran di metirsiyê de ye.

Li taxê tenê yek saziya Heyva Sor heye ku ev sê sal in dermanan bê pere dide şêniyên taxê. Lê belê ji meha Îlona 2015’an ve dor li taxê hatiyegirtin, pê re jî derman, xwarin û madeyên sotemeniyê nakevin taxê.

Derbarê kêmbûna dermanan de endama Rêveberiya navenda Heyva Sor a taxê Şamîran Reşo wiha axivî: "Êrîş û topbarankirina taxê bû sedem ku hejmara birîndaran zêde bibe. Ji derveyî destwerdana lezgîn ji birîndaran re em nikarin tiştekî din bikin, ji ber ku di destê me de derman tine ne.”

Şamîran bang li hemû Saziyên Mirovan û Tenduristiyê yên cîhanê kir da ku bi wan re bibin alîkar û dermanan bişînin û li  hember van êrîşên çeteyan bêdeng nemînin. 


 ANHA/HELEB