Rêveberê Pirtûkxaneya giştî ya Silêmaniyê Alan Reûf der barê Festîvalê de axivî û got: “Di Roja Cîhanî ya Pirtûkan de ji 23 heta 27 Nîsanê ji salên din cudatir, em festîvalekî li dar dixin. Di Festîvalê de gelek bernameyên dewlemend hene. Pêşengeha pirtûkan ji bo nêzî 20 weşanxaneyên Silêmaniyê û 25 weşanxeneyên welatên Sûriye, Lubnan, Urdunê û ya Bexdayê jî tevlî pêşangehê dibin ku 5 rojan berdewam dike. Derveyî wê pêşengeha şêwekarî, wêne, seramîk û destnivîsên kevin jî heye. Her wiha berhemên hunerî jî tên pêşkêşkirin. Vekirina salonek Sînemayê ji bo zarokan. Wê her roj berhemên wêjeyî, hunerî û êvarê jî helbest were pêşkêşkirin.”

 

Hêvî dikin her sal li dar bixin

Der barê roja destpêka Festîvalê de jî Reûf wiha axivî: “Ji bo êvara roja destpêkê, 23’ê Nîsanê, seat 18:00’an helbestên klasîk ji aliyê Heme Xerîb ve tê xwendin û hunermend Rewa Cemal Ebdul jî stranên xwe pêşkêş dike.” Di bersiva pirsa ku wê ev Festîval bibe salane yan jî tenê îsal tê li dar xistin de jî Rêveberê Giştî yê pirtûkxaneya Silêmaniyê Alan Reûf got: “Em hêvî dikin ku vê Festîvalê bikin salane. Ji bo ku êdî pirtûkxaneya Silêmaniyê bibe navenda rewşenbîrî, çandî û hunerî. Tenê nebe cihê xwendina pirtûkan.” 




 JAWÊN ŞALÎ / SILÊMANÎ