Şaxê Encumena Fetwa ya Herêma Kurdistanê ya Silêmaniyê ragihand ku ji ber pêşîgirtina li vîrûsa korona li mizgeftên Silêmaniyê nimêjên bi cemaet hatine rawestandin.
Li ser mijarê Serokê Meclîsa Parêzgeha Silêmaniyê daxuyanî da. Endamê Encumena Fetwa ya Herêma Kurdistanê Dr. Ehmed Şafiî daxuyanî xwend.
Li gorî daxuyaniyê li hemû mizgeftên Silêmaniyê nimêj hatin rawestandin. Wê tenê li mizgeftan bang were kirin. Herwiha wê roja Înê jî xutbe neyê kirin.
Meleyek li Silêmanî mir
Li Başûrê Kurdistanê ji ber vîrûsa Korona Mele Reşîd ê 70 salî doh jiyana xwe ji dest da. Li bajarê Silêmaniyeyê, meleyê ku doh hate tespîtkirin bi vîrûsê ketiye îro jiyana xwe ji dest da.
Meleyê mizgefta Mahwî Mele Reşîd, beriya hefteyekê ji Îranê vegeriyabû Silêmaniyeyê. Tê gotin ku Reşît li Îranê bi vîrûsê ketiye.
Di çarçoveya tedbîran de merasîmên sersaxiyê û nimêja Înê hatibûn betalkirin.
Lê belê Karên Diyanetê yê Başûrê Kurdistanê nerazîbûneke tund nîşanî van tedbîran dabû.
Li Îranê ji ber vîrûsa Korona herî kêm 77 kes mirin. Nêzî 2500 kes jî bi vîrûsê ketine. Hate ragihandin ku Wezîrê Bazirganî, Maden û Pîşesaziyê yê Îranê Riza Rahmanî bi vîrûsa Korona ketine. Beriya niha hatibû ragihandin ku gelek parlamenter û wezîfedar bi vîrûsê ketine.
SILÊMANÎ