Peykersaz Bextiyar Helebceyî diyar kir ku navê Balyozê Koçê li peykerê kiriye û wiha axivî:” Ji ber ku piştî xeniqandina wî hemû sînor li pêş penaberan vebûn û biryara siyasî jî hate guhertin.”
Helebceyî her wiha anî ziman ku mirina Alan bandor li derûniya wî kiriye û lewma ew biryar daye ku wek sembolekê vî peykerî bi şêweyekî mezin saz bike. Peyker 7 caran ji qelafetî Aylan mezintir e û di nava 5 mehan de dirust bûye.”
Alan Kurdî roja 2’ê Îlona sala 2015’an li ser riya koçberiyê ligel çend endamên mala xwe di nav ava deryaya Ege de xeniqî, piştre termê Alan li qeraxa deryayê hatibû dîtin.
SILÊMANÎ