Yek ji ciwanên di nav çalakiyê de Îskender Mehmûd wiha behsa xebatên xwe kir: “Em wek komek ji ciwanan, di nava çalakiyên ji bo azadiya Rêber Apo de ne, me pirtûkên wî jî anîn û li cihê çalakiyê danîn. Armanca me ew e ku fikra Serok Ocalan belav bibe. Ji bo ku ciwan di felsefe û ramana Rêber Apo têbigihêjin. Her wiha em dixwazin xizmeta xwendekarên Kurd jî bikin.”
Îskender Mehmûd diyar kir ku ji bo careke din bikarin pirtûkan çap bikin, pere distînin û got, “Em dixwazin bi taybetî dixwazin wan pirtûkên herî zêde têne xwendin, careke din bidin çapkirin.”

 Di dawiya gotina xwe de Mehmûd da zanîn ku cihê kêfxweşiyê ye ku welatî bi coş pirtûkan dikirin, bi taybetî jî jin û ciwan.n 


ROJNEWS/SILÊMANÎ