Bi boneya 2'emîn salvegera darvekirina çalakvanên siyasî yên Kurd Ferzad Kemanger, Ferhad Wekîlî, Şîrîn Elemhûlî, Elî Heyderyan û Mehdî Îslamyan li Holê Tewar ê Silêmaniyê merasîmek bîranînê hate sazkirin. Di merasîma ku ji aliyê Federasyona sazî û rêxistinên cîhanî, malbatên girtiyên li zîndanên Îranê û malba şehîdên 9’ê Gulanê ve hate organîzekirin de, nûnerê gelek partî û rêxistinan û kesayetên rewşenbîr, rojnamevan û hunermend jî amadebûn.
Merasîma bîranînê bi xwendina sirûda Ey Reqîp û deqîqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Di merasîmê de axaftina destpêkê Serokê Federasyona sazî û rêxistinên cîhanê Soran Remezan Elî kir. Elî diyar kir ku darvekirinê rêbaza wan rejîmên kevneperest e ku ji dadweriyê û naskirina maf û azadiyan ditirsin û wiha got: “Rejîma Îranê jî li dijî gelê Kurd vê rêbazê bikar tîne. Lê belê vê yekê cave gelê me netirsandiye, berovajî baweriya gehiştina azadiyê û avakirina civakek dûrî zûlm û zoradariyê zêdetir kiriye. Îro em ji bo wan şêhîdên 9’ê Gulanê li hev civyane ku wan ji bo azadiya gelê me cane xwe fade kirin. Van zarokên gelê me ev roj kirin cajna jidayikbûnê û bûne remza yekitiya gelê Kurd.”

'Em li dijî hemû darvekirinan in'

Elî, da zanîn ku weke Federasyona sazî û rêxistinên cîhanê li dijî sêdaredan û hemû cûreyê îşkenceyêne ne û wiha berdewam kir: “Bi vê armancê em bang li dewleta Îranê jî dikin ku bila dest ji sêdaredana ciwanên Kurd berde. Em dixwazin ku girtiyên siyasî demek ji ya din zûtir bên azadkirin. Bi vê armancê jî em dixwazin bi hukumeta navendî ya İranê re rûnin û bi riya diyalogê vê mijarê gotûbêj bikin û daxwazên xwe bigehînin wan.” Elî, destnîşan kir ku federasyona wan banga malbatên sêderadayî û malbata girtiyên siyasî ji xwe re kiriye erk ku bigehîne her şûnekî pêwendîdar û ji bo bicîhanîna van bangan ci bikeve ser mile wan pêk bîne. Elî, da zanîn ku di qada netewî û nav netewî de ji bo rawestandina îdaman kampanyayeke îmzayan didin destpêkirin.
Pişt re peyama Ferzat Kemanger û ya malbata Ferhad Wekîlî hate xwendin û sînevîzyona li ser ciwanên Kurd hatibû amadekirin hate pêşandan. Di pêşandana sînevîzyonê de kêliyên hestyar hatin jiyandin. Li ser navê malbata şehîdên 9’ê Gulanê Melaîke Elemhûlî axaftinek kir û diyarkir ku dema rejîma Îranê her pênc çalakvan birin sêdereyê agahî neda malbatan û parêzeran û bi vê awayî qanûnên xwe jî binpêkir.
Li ser navê girtiyên li zîndanên Îranê dayika Zanyar Mûradî, Amîne Qadirî axaftinek kir. Qadirî da zanîn ku kurê wê hêj nebibû 18 salî hate girtin û îşkence dît û wiha axivî: “Bi tevê kurê min der barê 17 ciwanên din de biryara sêdarê heye. Kurê min jî bi tohmetek ne heq hatiye girtin. Ji ber îşkenceya giran wê rakin emeliyatê.” Qadirî bang li dewleta Îranê kir ku dest ji sêdaredana ciwanên Kurd berde û ji sazî û rêxsitinên siyasî û medenî jî xwest ku ji bo rizgarkirina zarokên wan alîkariyê bidin.
Pişt re Ednan Hunerwen peyama girtiyên siyasî yên li zîndanên Îranê xwend. Helbestvan Mehmûd Qadrî jî helbesta xwe ya derbarê sêdareyê de pêşkeşkir. Nivîskar Elî Kerîmî jî axaftinek kir û bêhelwestiya rêxistinên Kurd yên li beramber siyaseta Îranê rexne kir. Piştî axaftina Kerîmî helbestvan Ferhad Merdê hate xwendin.

KNK: Şehîdê tevahiya Kurdistanê ne
Li ser navê KNK’ê berpirsê pêwendiyên derve yê KNK’ê Celal Kemalîzade jî axaftinek kir û diyar kir ku ev buyer bûyerek ne ji rêzê ye û wiha got: ”Ew ne şehîdên hizbekî an jî perçeyekî ne. Wan ji bo azadiya gelê Kurd canê xwe fedakirin. Dagirker me qirdikin, enfal dikin, kîmya dibarînin. Kiryarên Sadam û Esad çibûn kiryarên Ehmedînecad û Erdoxan jî heman tiştin. Ew kuştinê ji me re rewa dibînin. Ma gelo ne pêwîst e ku li dijî vê jî em hev bigrin. Ji ber vê jî rexneya min ji wan kesan re ye ku berjewendiyên xwe yên partiyî û yên teng li pêşiya berjewendiyên netewî digrin."
Emar Gulî rapora amarî ya mafê mirovan ya Îranê xwend û bahsa binpêkirina mafên mirovan yên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê kir. Di dawiya merasîmê de jî ji bo azadya girtiyên siyasî yên li Îranê kampanyayek îmzayan hate vekirin û bi îmzekirina beşdarvanan kampanyayê destpêkir.

Bîranînek jî li Hewlêrê
Rexistina Jinên Azad a Herêma Federal a Kurdistanê (RJAK) û Rexistina li Dijî Komkûjîyan (CHAK) bi hev re ji bo kesên ku ji aliye rejîma Îranê we hatin darvekirin li Sentera Ala merasimek bibîranînê li dar xist.  Di merasîme de endam û revebirên RJAK, CHAK, PÇDK, Ciwanên Welatparez ê Başûrê Kurdistan û Hemwelatiyên Azad û 

SILÊMANÎ/HEWLÊR