Li Silêmaniyê 1. Festîvala Payîzê destpê kir. Di 1. Festîvala Payîzê de bi navnîşana ‘Bazarek cuda’ bazarek hate vekirin û zêdetirî 70 kompanyayên navxweyî û 150 kompanyayên biyanî beşdar bûn.

Kompanya Atlas bi hevkariya Odeya Bazirganî û Pîşesazî ya Silêmaniyê 1. Fesîvala Payîzê li Silêmaniyê bi pêşangehek navneteweyî destpê kir ku wê hefteyekê dewam bike. Gelek kompanyayên Herêma Kurdistanê, Bakur, Rojava û Rojhilatê Kurdistanê, Iraq û Îranê beşdar bûne. Bi giştî 220 kompanya beşdar bûne.

Berpirsê peywendiyên Pêşangehê Şewqî Omer got;”Berhemên navxweyî bi riya vê festîvalê digihînin welatiyan.

 

ROJNEWS/SILÊMANÎ