Di daxuyaniya ku bi sernivîsa "Em Dengê Kobanê ne" destpê kir ev tişt hatin gotin: "Gelê me yê Başûrê Kurdistanê, dîroka zordestî, çewisandin, koçberî, infal û komkujiyên li dijî gelê Kurd hatine pêk anîn diyare. Tişta ku îro li Rojava pêk tê bûyerên ku li parçeyên din ên Kurdistanê qewimîne tîne bîra mirovan. Her wiha berxwedana Gelê Rojava jî dîroka berxwedan û têkoşîna gelê Kurd têne bîra mirovan."

Di daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku gelê Rojava piştî ku rêveberiya xwe ya xweser ragihandiye rastî êrîşên dijwar ên komên çete tê, lê ev êrîş rastî berxwedana lehengî ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) hatin.

Em dengê Rojava ne

Daxuyaniyê wiha dewam kir: "Di demên dawiyê de li dijî gelê Rojava komployeke navnetewî û herêmê rû daye. Hêzên herêmê û navnetewî rê dane komên çete yên DAIŞ`ê ku derbasî herêmên Rojava bibe û welatiyên Kurd biçwisîne."
Daxuyaniyê bal kişand ser banga seferberiya giştî ya YPG`ê û wiha dewam kir: "Em berxwedana gelê Rojava silav dikin û emê bi hemû derfetên xwe bersiva banga YPG`ê bidin. Emê li parêzgeha Silêmaniyê kampanyaya berhevkirina alîkariyê destpê bikin û em bang li hemû Kurdistaniyan dikin ku bi yek dengî bang bikin û bêjin: Em dengê Rojava ne."
Di dawiya daxuyaniyê de bang li hikûmeta herêma Başûr hat kirin ku tevlî kampaniyê bibe û deriyê sînor ê Sêmalka ji bo derbasbûna laîkariyên mirovî veke.
Di civîna çapemeniyê de berpirsê buroya perlemana Kurdistanê li Silêmaniyê Mele Ebdilkerîn û Mele Nadir jî derbarê girîngiya kampanyayê de axivîn û diyar kirin ku pêwîste zext li Partî Demokratî Kurdistan bê kirin da ku dest ji helwestên xwe yên dijminane li dijî şoreşa Rojava berde.
Endamên Înîsiyatîfê diyar kirin ku kampanyaya alîkariyê dê heftiyekê dewam bike û Ew ê ji bo berhevkirina alîkariyan kampekê vekin û li pêşiya parka giştî ya Silêmaniyê jî sindoqê deynin.

SILÊMANÎ