
Li Silêmaniyê ya Başûrê Kuridstanê duh evarî li Macîdî Mol pêşangeha pirtûka bi şîara ‘Bixwîne ji bo zindî bîn’ ji aliyê Rêxistina Girîngîdana Çalakiyan li Kurdistanê ve hate vekirin. Wê pêşangeh du rojan berdewam bike.
Berpirsê pêşangehê Avan Abdulkerîm diyar kir ku ev yekem pêşangeh e ku pirtûkan dibexşîne xwîneran, got: “Bi mebesta ku xwîner bi rihetî xwe bigihînin pîrtûkan û ew pirtûkên mirîne zindî bikin, ev pêşangehe hate vekirin. Ev pirtûkên henê ji aliyê welatiyan, hunermendan ve bi dest me ketine û gelek kesên ku nikarin pirtûkan bidin alîkariya madî kirine. Ji bo ku em bikarin pirtûkan bigihîn xwîneran.”
Zêdetirî 11 hezar pirtûk
Avan Abdulkerîm axaftina xwe wiha berdewam kir: “Zêdetirî 11 hezar pirtûk me di nava 2 rojan de kom kir, em niha van pirtûkan nîşan didin. Em beşdarbûna welatiyan a vê projeyê gelek baş dibînin û baş pêşwazî dikin. Bi xwe li pirtûkan digerin.”
Projeyekê hevkarî ye
Li ser heman mijara vekirina pêşangeha pirtûkan Serokê Rêxistina Girîngîdana Çalakiyan li Kurdistanê Piştîwan Şarezûrî destnîşan dike ku: “Ev proje yek ji projeyên xêrxwaziyê ye, bi alîkariya çend dezgehan weke Navenda Çand û Koç, Gruba Feys û Projeya Bazirganî ya Macîdî Mol ve hatiye vekirin. Di vê projeyê de pirtûk tên komkirin û tên bilav kirin. Salene bi rengekî bêberanber ango bê pere tên belav kirin li xwîneran.”
Armancên projeyê
Şarezûrî mabesta peşengehê wiha diyar dike: ”Projeya me çend armancên xwe hene. Yek ji wan pêşxistina çanda xwendinê ye. Dixwazin bi vê rêyê pirtûkan di nava civakê de zindî bikin. Em dixwazin careke din pirtûk ji malan derkevin.”
Rêxistina Girîngîdana Çalakiyan
Rêxistina Girîngîdana Çalakiyan li Kurdistanê di sala 2014’an de hatiye damezrandin û şaxên wê li piraniya bajar û navçeyên Herêma Kurdistanê hene. Di warê perwerde, vekirina pêşangeh û bexşîna pirtûkan de kar dike.
RÊZAN MIHEMED / SILÊMANÎ