Kampanya nîşandana pirtûkên Abudulah Ocalan li bajarê Silêmaniyê li ber Baxê Giştî pêr destpê kir û wê heta 22’ê vê mehê dewam bike.
Derbarê kampanyayê de endamê komîteya kampanyayê, Gîvara Başûrî ji RojNews re ragihand ku wan wek Ciwanên Welatparêz biryar daye ku pirtûkên Abdulah Ocalan yê bi zaravayê Soranî bigihîjînin xwendevanan.
Endamê komîteyê ragihand ku kampanya wan wê 7 rojan dewam bike û wiha pê de çû: Kampanya me her roj di seat 16:30 heta 19:00’ê êvarê li ber Baxê Giştî dewam bike. Daxwaz ji hemû ciwanên pirtûkhez û xwendevanên Başûr dikim ku bên van pirtûkan bixwînin, ji bo di warê dîrok, siyaset û gelek mijarên civaknasî de şareza bibin. Herwiha ji bo ji bîr û rayên Rêber Apo agahdar û şareza bibin.”
'Xwendina pirtûkan bibe çandek'
Rence Başûrî yek ji xwendekarê zanîngehê ye ku yek ji pirtûkên Ocalan kiriye, ji RojNewsê re got: “Wek ciwanekê gelekî malavahiya wan hevalan dikim ku ev kampanya li dar xistine. Bi rastî pirtûk û xwendin ji bo çareseriya pirsgirêkan e. Vekirina kilîla deriyên ku li ser gelê Kurd hatî girtin e. Pêwîst e xwendina pirtûkan li Başûrê Kurdistanê bibe çandek.”
'Ocalan xwedî girîngiyek taybete'
Rence Başûrî herwiha dazanîn ku pirtûkên birêz Ocalan xwedî girîngiyeke taybet in û got: “Hem di warê siyasî û hem jî di warê dîrokî û gelek warên din de girîngiya van pirtûkan heye. Dijmin herçend birêz Ocalan di warê fizîkî de li girava Îmraliyê zindanî bikin jî, lê ti caran nekarîne bîr û ramana wî zindanî bikin û bigihêjin armancên xwe.”
ROJNEWS/SILÊMANIYÊ