
Bi rasthatina 38. salvegera damezrandina Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK), li bajarê başûrê Kurdistanê Silêmaniyê şahiyek hat lidarxistin. Bi sedan kes beşdarî şahiyê bûn. Komîteya Şehîdên PKK’ê ya Başûr şahî pêr li Silêmaniyê bi beşdariya girseyî ya aliyên cuda yên Kurdistanî, organîze kir.
Di pîrozbahiyê de Endamê Komîteya Şehîdên PKK’ê yê Başûrê Kurdistanê Arif Hisên axivî, der barê girîngiya rojê de got: “PKK partiya şehîdan e. Li herderê pêwîstiya gelê Kurd bi PKK’ê hebûye, li wir şehîd jî dane.”
Hevserokê Giştî yê Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê, Mihemed Ebdulah jî di pîrozbahiya salvegera damezrandina PKK’ê de got: “PKK li gundekî Bakurê Kurdistanê ev 38 sal in agirê şoreşê pêxist. Îro bûye volkanek û di dilê hemû dijminên gelê Kurd de diteqe.”
Nûnerê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD)’ê li Herêma Kurdistanê Xerîb Hiso jî di pîrozbahiyê de axivî û got: “Em wekî PYD, hêz ji dîroka PKK’ê digirin. Me di xebatên xwe de PKK ji xwe re mînak girt. Îro li hemû beşên Kurdistanê dijmin êrişê gelê Kurd dike. Ji lewma pêwîstiya gelê Kurd bi yekîtiyê heye.”
Piştî peyam û axaftinan şahiyê dest pê kir û komên cuda hunera xwe pêşkêş kirin. Koma şehîd Solîn, şehîd Serdem, koma Miştenûr û komên govendê ya Tilhasil, Tileran derketin ser dikê. Gelek stranên neteweyî û gelêrî jî hatin pêşkêşkirin.
SILÊMANÎ