Li navçeya Şirnexê Silopiyayê 3 ciwanên xwe spartin malekê ji aliyê polîsan ve hatin qetilkirin û dema wasayîta zirxî di nava navçeyê re derbas dibû, teqînek pêk hat.
Êrîşên polîsan ên li navçeya Şirnexê Silopiyayê yên li hemberî taxan bi dawî nabin. Li taxa Kobanê ya Silopiyayê 3 ciwanan xwe seat 02.00’yên piştî nîvê şevê xwe spart malekê, polêsan dor li wan girt û pişt re êrîşî ciwanan kirin. Hate zanîn ku di êrîşê heta serê sibê seat 06.00’an dewam kir û 3 ciwan hatin qetilkirin. Cenazeyên ciwanên bi navê Alî Oduk (20), Halîl Can (22) û ciwanekî navê wî nehat zanîn ji aliyê polîsan ve ji malê hatin girtin û birin Deriyê Sînor ê Xabûrê.
Di nava navçeyê de teqîn
Her wiha li Silopiyayê dema wesayîta zirxî derbas bû teqînek pêk hat. Di heman demê de li hemberî holikaa nobetê ya Amîrtiya Buroya Kontrol û Tescîlê ya Trafîkê êrîşa bi roketan pêk hat. Piştî êrîşan polîsan raste rast gelek tax gulebaran kirin.
Li taxa Barbaros a Silopiyayê dema wesayîta zirxî derbas dibû teqînekê rûda. Piştî teqînê gelek ambulans sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Piştî teqînê ji Midûriyeta Polîsan a Navçeyê û Amîrtiya Buro ya Kontrol Tescîlê ya Trafîkê gule li taxên Barbaros û Başakê reşandin. Li taxên rastî êrîşê hatin, gel daket kolanan. Di heman seatê de li hemberî holika nobetê ya Amîrtiya Buroya Kontrol Tescîlî a Trafîkê jî êrîşa bi roketan pêk hat. Wekî din hat zanîn ku li navçeyê li ser avahiyên bilind sekvan hatin bicihkirin.
ŞIRNEX/AMED
Li Farqînê zarokekî jiyana xwe ji dest da
Li navçeya Amedê Farqînê di encama teqînekê de zarokê bi navê Firat Simpil (13) jiyana xwe ji dest da û kesekî navê wî nehat zanîn jî birîndar bû.
Li kolana Buyukçeşme ya taxa Baglar a Farqînê teqînê rûda. Di encama teqînê de ku hêj sedema wê nehatiye zanîn, zarokê bi navê Firat Sîmpîl (13) jiyana xwe ji dest da û kesek jî birîndar bû. Teqînê seat li derdora 10.50’an rûda û welatiyan got, berî teqînê li cihê bûyerê wesayîtekî zirxî disekînî û welatiyên hatin herêmê nerazîbûn nîşanî polîsan da. Cenazeyê Sîmpîl rakirin morga nexweşxaneyê û di encama teqînê de ajokarê tankera avê yê navê wî nehat zanîn jî birîndar bû.