Polîsên dewleta Tirk doh serê sibê bi ser taxa Zapê ya Sîlopiyê de girtin û welatiyên tax gulebaran kirin. Di êrîşa polîsan de 3 kes jiyana xwe ji dest da û 8 kes jî birîndar bûn. Her wiha hat ragihandin ku polîsan 6 malên welatiyan jî dan ber agir.
Polîsan taxa Zapê ya navçeya Silopî ya Şirnexê seat di 04.00’an de dorpêç kirin. Polîsên ji ber xendekên welatiyan kolandibû nedikarî welatiyan binçav bikin û êrîşî malan bikin, ji ber vê yekê polîsên dewleta Tirk tax gulebaran kir. Li gorî agahiyan di gulebaran polîsan de welatiyê bi navê Hamdîn Ulaş (58) û ciwanekî navê wî nayê zanîn jiyana xwe ji dest dan û 15 kes jî birîndar bûn. Hate ragihandin ku polîsan 6 malên welaityan jî dan ber agir û malek bi tememî şewitiye. Ciwanê Kurd ê bi navê Kamuran Bîlîcî (27) jî giran birîndar bû û rakirin nexweşxaneya Cizîrê tevî ku hewldana bijîşkan li wir jiyana xwe ji dest da.
Malan dan ber agir
Piştî guilebaranê polîsan bi tankan ketin taxê û deriyên malan şikandin welatî bi derbkirinê binçav kirin û malekî din jî ji aliyê polîsan ve hate şewitandin. Polîsên ku bi tankan ketin taxê bi wesayîtên zirxî jî rastarast tax gulebaran kirin, bi ser malan de digirin. Hate hînbûn ku polîs deriyên malan dişikînin û welatiyan binçav dikin. Welatiyên ku li Midûriyeta Polîsan a Sîlopiyê tên rawestandin li vê derê îşkence tê kirin. Sekvanên ku li ber avahiyan hatine bicihkirin dema tevgerek li taxê çêbibe gulebaran dikin. Polîsan li Qada Başakê malekî din jî şewitandin. Malbata ku xwestin ji malê derkevin derve jî ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin û polîs nahêlin welatî şewatê vemirînin. Hate hînbûn ku li malê zarok jî hene.
Li ber malê kuştin
Cemal Bîlîn ê bavê Kamuran Bîlîn ê li Sîlopiyê di encama êrîşa polîsan de hate qetilkirin bi gotina; “Kurê min li ber mala xwe ji aliyê sekvanan( keskin nişancî) ve heta kuştin” bang li gelê Kurdistanê kir û xwest li dijî qatlîamê rabin li ser piyan.
Cenazeyê Kamuran Bîlîn ê bavê 3 zarokan ê li navçeya Sîlopiya Şirnexê serê sibehê ji aliyê polîsan ve li taxa Zapê hate qetilkirin rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê. Malbata Bîlîn li ber morgê li benda karên otopsiyê ne û diyar kirin ku kurê wan ji aliyê sekvanan ve hatiye qetilkirin.
Bavê Bîlîn, Cemal Bîlîn hem li hemberî qatlîamê hem jî li hemberî bêdengiya li dijî qatlîamê nerazîbûn nîşan da û wiha got: “An bila me hemûyan bikujin an jî bila vî şerî qirêj rawestînin.” Bîlîn diyar kir ku kurê wî ji aliyê sekvanan ve hatiye qetilkirin û nirxandina “Polîs an dê min jî bikujin an jî dê hesabê vê yekê bidin” kir.
Her wiha valitiya Şirnexê derbarê kuştina welatiyan de daxuyanîk da û da xuyakirin ku ger pêwîst kuştin wê bidome.Di daxuyaniya valitiya Şirnexê de welatiyên hatine kuştin wel “endamê rêxistina dabeşkar” nîşanda û komkujiya polîsan jî wek “ tedbîr”derxist pêş.
Heyeta HDP’ê çû Silopî
Heyeta HDP diçe navçeya Silopiya ya Şirnexê ya terora dewletê li hember gel pêktê.Di daxuyaniya HDP’ê de wiha hat gotin: “Ji bo rewş vegere aramiyê û bûyer li cihê wê bên lêkolînkirin heyeteke ku parlamenterên me jî têde diçe navçeya Silopiya ya Şirnexê.
Heyeta HDPê ji parlamentera Edeneyê Meral Daniş Beştaş, parlamenterê Amedê Edîp Berk, parlamentera Amedê Feleknas Uca, endamê MeclîsaTenduristiyê ya KCD’ê Dr Ramazan Bulbul, endamê MeclîsaTenduristiyê ya KCD’ê Îbrahîm Halîl Mert, Hevseroka SES’ê Selma Atabey.”Her wiha parlamenterên HDP’ê yên Şirnexê jî li Şirnex û Silopiyayê bûn.
Em biherikin kolanan û xwe biparêzin
Tevgerê Ciwan ê Welatparêz û Demokratîk (YDG-H) û Jinên Ciwan ên Welatparêz û Demokratîk (YDG-K), li dijî polîtîkaya şer a AKP’ê banga serhildan û xwe parastinê kirin.
YDG-H û YDG-K daxuyaniyeke nivîskî weşand û got, “Ji destpêkê ve em bi berpirsyarî û xwînsarî tevgeriyan û me hewl dan hewldanên provokasyonan pûç bikin. Lê tevî bombekirina Herêmên Parastinê yên Medyayê, li Bakurê Kurdistanê operasyonên siyasî yên girtinan hînê dewam dikin.”
Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser kuştinên li Silopiyayê û hat gotin, “Polîsên hikûmeta AKP’ê yên danê sibehê dor li taxa Zapê girtin, gule li gelê me reşandin û du hevalên me şehîd xistin. Ev rewş nayê qebûlkirin. Pêwîst e gelê me ji hêza xwe ya parastinê bawer bike û li hemberî komkujî û girtinan bêdeng nemîne. Pêwîste bi ti awayî destûr neyê dayîn ku dewleta Tirk a mêtînger bikeve nava malên me, kolanên me û taxên me.”
Daxuyaniyê bi vî rengî dewam kir: “*Emn ê li hemberî girtinan bi ruhê berwedanê yê Gezî û 6-8’ê Cotmehê yê berxweda Kobanê dakevin qadan, li kolanan nobedê bigirin û li ser bingeha bilindkirina serhildanan têkoşîneke aktîf bimeşînin Hêza ji şerê gel ê şoreşger re pêşengtiyê bike ciwan e. Heta azadkirina Rêber û gelê xwe em ê xwe biparêzin û qadên xwe biparêzin.”