
Komîteya Perwerdeyê ya Rêveberiya Xweser a bajarê Girê Spî dibistaneke seretayî li bajarokê Silûkê vekir.
Wekî tê zanîn çeteyên DAIŞ′ê gelek ziyan gihandibûn dibistanên bajarokê Silûkê yê 25 km li rojhilatê bajarê Girê Spî. Ji ber vê Komîteya Perwerdeyê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a bajarê Girê Spî ji bo zarokên bajarok, dibistaneke seretayî ji refa yekê heta refa 6′an di maleke welatiyekî de vekir. 245 şagirtan berê xwe da dibistanê.
Haziriya dibistana navîn
Rêveberê dibistanê Ehmed Osman Hisên da zanîn ku li dibistanê, di bin çavdêriya mamosteyên zimanên Erebî, Ingilîzî perwerde tê kirin. Wî her wiha destnîşan kir ku hejmara şagirtan her ku diçe zêde dibe.
Her wiha hat zanîn ku Komîteya Perwerdeyê amadekariya vekirina dibistaneke navîn jî li bajarok dike.
Li bajarokî Silûkê 10 dibistan hene û dê di demên pêş de, bêne sererastkirin û şagirtan pêwazî bikin.
ANHA / GIRÊ SPÎ