
Piştî ku bajarokê Silûkê hat rizgarkirin, şêniyên wir vegeriyan warên xwe û ji nûve dest bi avakirina bajarokê xwe kirin.
Dema ku bajarokê Silûkê ji aliyê Artêşa Azad ve hat dagirkirin, li bajarok Navenda Tenduristiyê hat girtin. Piştî vê yekê çeteyên DAIŞ′ê ketin bajarok. Wan jî Navenda Tenduristiyê veguherand baregeheke xwe û hemû amûr û pêdiviyên tenduristiyên talan kirin.
Bijîkên ′nexweşiyên hundirîn, nexweşiyên giştî, nexweşiyên zarokan û bijîşkê nexweşiyên jinan′ çavdêriya xebatên jinûve aktîfkirina Navendê dikin. Li Nevendê ji saet 08:00′ê sibehê heta 14:00’an nexweş têne pêşwazîkirin. Li navendê dermanên ″edab û têmê, serma, birîn û şewatê, laşmanya, derzîkirina zarokan û hwd′ têne peydakirin. Lê pêdiviya Navendê bi dermanan heye, ji ber ku dermanên heyî têra hemû nexweşan nakin.
Endamê Rêveberiya Navenda Tenduristiyê ya Silûkê Dr. Ehmed El-Elî got, nexweşiyên wek kolêra û laşmaniya û hin nexweşiyên din li Navendê têne dermankirin û wiha domand: ″Nexweşên ku nexweşiyên wan giran bin, em vediguhezînin nexweşxaneya El-Wetenî ya bajarê Girê Spî. Heta niha 2050 nexweş li Navendê hatin dermankirin.
GIRÊ SPÎ