Zarokan, vê carê ji parêzerên xwe re gotin ku ew bi îşkenceyê re rû bi rû dimînin.
Li gorî agahiyên girtek û têbiniyên piştî hevdîtina Baroyê, rêvebera jin a girtîgehê di odeya li kêleya berberê ya bi weke “odeya serokan” tê nasîn de, ji gardiyana re gotiye li hemberî 9 zarokên girtî ku 4 jê edlî, 2 jê siyasî ne, “tişta pêwîst bikin”. Zarokan dan diyarkirin ku gardiyanan li vir li wan xistine.Zarokên ku îfadeyên wan ji aliyê dozger ve hatin girtin gotin; “Kesên ku gardiyanan hêrs dikirin, gardiyanan wan dibir odeya bi navê odeya nerm. Her derê vê odeyê bi sungerên şîn hatibû pêçan, li odeyê waneyek hebû. Gava tu diçû odeyê gardiyana wanayê vedikirin û heta dawiyê lê radikirin. Kesên dixwestin ji ber avê birevin, li rastî êrîşa gardiyanan dihatin. Piştre jî pencere vedikirin û hewaya sar dihat hindur."
Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê der barê mijarê de lêpirsîn da destpêkirin û di vê çarçoveyê de îfadeyên 6 gardiyan û 6 zarokan girtin.Endamên Komîsyona Hiqûqê ya BDP'ê, bi zarokên li Girtîgeha Tîpa M ya Pozantiyê rastî tundiya zayendî hatibûn û pişt re birin Sîncanê re hevdîtin pêk anîbûn. Li gorî vegotinên zarokan, tecawiz û îşkence bi rûkûpêk pêk tê. Piştî zarokan anîn Sincanê ji ber lêdanê tiliyên hinek zarokan hatine şkandin. Zarokan ji endamên komîsyonê re gotin, gardiyan her tim ji wan re dêbêjin "Ger hûn agahiyê bidin çapemeniyê em dê we biavêjin nav girtiyên edlî."Zarokên li Girtîgeha Tîpa M ya Pozantiyê rastî tundiya zayendî hatin û piştre ji aliyê Wezareta Dadê ve birin Girtîgehan Zarokan ya Sîncanê, tiştên li wir dijîn ji Pozantiyê cuda nînin. Piştî zarokên rastî tundiya zayendî hatin sewqî Sîncanê hatin kirin çapemenî wekî pirsgirêk çareser bû nêzîk bûn û zarok jibîr kirin. Endamên Komîsyona Hiqûqê ya BDP'ê di 17'ê Adarê de bi 6 zarokên ji Pozantiyê sewqî Sîncanê hatin kirin re li girtîgehê hevdîtin pêk anî û tiştên zarok dijîn derxistin holê. Endamên komîsyon bi 6 zarokên mexdurên TMK'ê re hevdîtin kirin û zextên piştî ji Pozantiyê anîn jiyîn vegotin.
ANF/ENQERE