
Rejîma Îranê wekî gelek herêman, li Rojhilatê Kurdistanê jî bi armanca kurdan ji nirxên netewî dûr bixe, ji bo belavkirina madeyên hişber siyasetê dimeşîne. Li gorî daneyên fermî yên polîsên Îranê, tenê li parêzgeha Sineyê ku weke serbajarê Rojhilatê Kurdistanê tê zanîn piraniya wan ciwan 21 hezar kes madeyên hişber bi kar tînin.
Li gorî raporên polîs ku di çapemeniyê de cih girtine, tenê li parêzgeha Sine hejmara kesên madeyên narkotîkê, ango madeyên hişber bi awatekî sîstematîk bikar tînin ji sedî 196 zêdetir bûye. Di raporê de her weha tê îdîakirin ku li parêzgeha Sine ku 21 hezar kes van madeyan bi kar tînin, sala 2012’ê hezar û 744 kesên wekî muhtedê madeyên hişber hatine tesbîtkirin û şandine navendên destjêberdana van madeyan. Li gorî hin kesên di derbarê van navendan de agahdar, kesên li van cihan demekê dimînin, bi îşkenceyên giran re rû bi rû dimînin û gelek ji wan bi nexweşiyên psîkolojîk dikevin.
Ciwanên Kurd hedef tên girtin
Li gorî pisporên ku karesata bikaranîna madeyên hişbir li Îranê dişopînin, mafyayek girêdayî Spay Pasdaran (artêşa Îranê) bi taybetî li Rojhilatê Kurdistanê bi tor û komên taybet, madeyên hişbir di nav ciwanên kurd de belav dike.
Xwekuştin zêde dibe
Li gorî agahiyên civaknas, parêzvanên mafê mirovan û saziyên mafê mirovan ên Rojhilatê Kurdistanê dane, li Îranê rêjeya xwekuştinê gihiştiye asteke metirsîdar. Bi taybet li çar bajarên Rojhilatê Kurdistanê Îlam, Kirmanşan, Sine û Hemedan di rêza yekem de ne. Li gorî hin daneyên van çavkaniyan li Îranê di nav hetfeyekê de 13 kes xwe dikujin. Lê ev rêje li Îlamê zêdetir e û di hefteyekê de qasî 4 kes xwe dikujin.
Li gorî gotina Dr. Cafer Buelherî Serokê Enstûtiya Psîkolojiyê Beşa Sosyolojiyê ya Tehranê; li Îranê her sal 60 hezar kes dikeve nava hewldana xwekuştinê. Li gorî Sekretera Encûmena Beşa Psîkolojiyê Pervîz Muzahirî; li Îranê ji %25’ê civakê xwedî pirsgirêkên psîkolojîk e. Li gorî daxuyaniyên fermî yên tenduristiyê ya dewletê li gorî salên berê îsal li Îranê xwekuştin 9.4 qat zêde bûye.
Jin ji ber zextan xwedikujin
Dr. Huseyn Lacîwerd jî da zanîn ku li Îranê li gorî mêran jin heşt qat zêdetir dikevin nava hewldana xwekuştinê. Xwekuştina jinan li Îranê ji sedî 4.5 ya mêran jî 2. 5 ye. Li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê ne tenê xwekuştina jinan, tund û tujiya li hember jinan, fihûş, sîxe (fihûşa fermî), bikaranîna madeyên hişber, qetilkirina jinan, darvekirin û hîn gellek mijarên din yên bingeha xwe ji zayendparêziya civakî digire, bi awayeke kûr hene.
Serokê Rêxistina Tendûristiyê ya Eyaleta Îlamê Sadiq Rûstemiyê diyar kir ku herî zêde li Îlamê xwekuştin rû dide û li vê bi taybet jî li bajarê Eywanê êdî xwekuştin gihaştiye astake xeter. Rûstemiyê, di daxuyaniya xwe ya dabû ajansa nûçeyan ya ISNA’yê de tîne ziman ku rêjeya herî bilind yên xwekuştinan jî ji jinên ciwan yên zewicî pêk tên. Bi taybet yên temenê xwe ji 30 jêrdetir, xwe dikujin. Rûstemî, sedema van xwekuştinên li Îlamê rû didin jî weke ‘telaqdan û pirsgirêkên piştî wê tên’ da nîşandan.
Sedem pirsgirêkên civakî û aborî ne
Sedemên esasî jî pirsgirêkên nav malbatî, bêkarî û xizanî têne nîşandan. Li gorî lêkolînên hatine kirin zêdetir sedemên ku dihêle jin xwe bikûjin wiha ne; pirsgirêkên malbatî, hezkirina kêm, zewaca zû, ferqa temen ya dinavbera jin û mêr de, ne lihevkirinên di navbera hevseran de, zewaca bi çend jinan re, bê eleqetiya li hember karên malê, telaq, tabû û xizaniye. Li Îlamê ji %80 jinên xwe dikujin jinên ciwan in. Ji vana jî %18 ji ber sedemên psîkolojîk û depresyonê xwe kuştine. Ji %14 jî ji ber bêbextiyên di mijara namûsa malê û %8 jî ji ber xizaniyê xwe kuştine.
Xwekuştin, li paytexta Îranê Tehran, Zencan, Gîlan, Turkmensahra, Lorestan û li gellek eyaletên din yên Îranê jî rû didin. Lê, li Zencan û Gîlanê xwekuştina mêran ji ya jinan zêdetir e. Lê, li seranserê Îranê de zêdetir ciwan (jin-mêr) dawî li jiyana xwe tînin.
ANF/SINE