Halîl Uysal (Dag) ji bo xebatekê çû Qadên Parastina Meydayê û pişt re biryar da li çiyê bimîne û jiyana xwe ji bo rastî û berxwedana gelê Kurd nîşan bide feda kir. Dag ji jiyana xwe de gelek film çêkirin û bi berhemên afirandî ji sînameya Kurd re deriyekî nû vekir. Dag kameraya xwe weke çekekê bi kar anî, şerîtên kamerayê jî weke şarjor, pîl weke gule, deklanşor jî weke tetikê bi kar anî û di eniya vî şerî de herî pêş de cihê xwe girt. Dag di vê demê de 6 fîlmên Kurd û dirêj çêkirin. Dag herî zêde bi fîlma Bêrîtan navê xwe di nav gel de da hîskirin.

Dag piştî vê yekê fîlma berxwedan û jiyana gerîla vegot û ji bo meşa ber bi Çiyayê Araratê ve bike film da rê. 


'Min hêj deynê xwe nedaye'

Halîl Dag bi eslê xwe ji Serhedê bû û bi hesreta wê herêmê bû. Dag, bi 3 hevalên xwe yên gerîla re dest bi vê meşê kir. Dag hesreta xwe ya li hemberî çiyayên bakûr wiha vegot; "Heya niha ya di dilê min de kêm mayî çiyayên bakar û mirovên wê bûn. Min hêj deynê xwe nedaye wan çiyayan û kesên li wir dijîn. Min ji wan û ji wan mekanan gelek tişt girtin. Lê heya niha bi tu awayî min bersiva vê neda. Wênegir û kameraya me çiya û gerîla gelek caran kişandin. Lê bakur hêj neketiya kadraja min. Niha ji bo ez deynê xwe bidim, diçim wir. Çiya, kevir, çem û gerîlayên bakur li benda min in. Bi salan e li benda min in. Ancex min da rê. Dereng jî be ez dê deynê xwe bidim. Ji ber ku min ji wan çiyayan û ji wan mirovan jiyaneke bêhempa diyarî girt. Ez dê ji bo wan peywira xwe bi cih bînim. Teqez tişta ku ez jî bidim wan heye."


Xweziya henek bûya...

Dag bi 3 hevalên xwe re di encama kemînekê de di 1'ê nîsana 2008'an li Bestayê jiyana xwe ji dest da. Halîl Dag li gel di temenekî ciwan de jiyana xwe ji dest da jî ji sînemaya Kurd re bu destpêkek. Sînemevanên kurd di xeta Halîl Dag vekirî de dimeşin û bi pêş dikevin.


Aliyek ji bo desthilatdaran û aliyek jî bo azadiya gelan...

Ji Komuna Sînemayê Derhêner Zeynel Dogan diyar kir ku bi şoreşa endûstiyê sînema derket holê ji di destê desthilatdaran de weke amurekê hate bikaranîn. Dogan got, li hemberî vê hişmendiyê sînamaya ji bo azadiya gelan jî hatî kirin hebû û sînemaya Halîl Dag jî li vir cih digire û wiha peyivî: "Halîl Dag ji bo sînema, Kurd û cîhaneke cuda kesekî taybet bû. Gelek tişt tecrûbe kirin. Têkildarî sînemayê, berî biçe çiya agahiya wî hebû lê sînemaya rast li çiya hîn bû. Halîl Dag got, 'Ez weke sînemavanekî nehatim çiya lê heke ez li jiyana vir sînemayê dernexim, ez dê deyndar bim. Lê armanceke min jî ew e ku ez tiştên li vir dibînim, bikim sînema' Halîl ji tiştên qewimîn bû sînemavan."

Dogan gotina Dag a ku herî zêde bandor lê kiriye jî vegot û wiha berdewam kir: “Min gelek kesên li ber xwe dan dîtin, mirovên şer dikin, ên ku li jiyana nû digerin, gerîla û dibêje ez ê fîlma wan çêkim. Li dijî tiştên dihatin kirin bû. Ev gotina Halîl ji bo sînemaya kurd pir xaleke girîng e. Vê gotinê li me gelek rê vekir û li cem me gelek tişt guherandin.”


‘Hem gerîla hem derhêner bû’

Dogan da zanîn ku ji bilî vê feraseta sînemayê pirr tê rexnekirin, Halîl Dag tenê rexne nedikir di heman demê de pêk dianî û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di hundirê şer û rastiyê de bû, hem dikir hem jî derhêner bû. Ew hem gerîla bû hem jî derhêner bû. Hem diafirand hem jî fîlma vê çêdikir. Kêmbûna derfetên Kurdan nîşan dide. Halîl di hundirê jiyanê de bû û fîlma rastiyê çêdikir. Ev ji bo me pîvan e.”

Ji Komuna Sînemayê Derhêner Teymur Evdikê jî anî ziman ku di sînemaya Halîl Dag de du tişt hebûn ya yekemîn hewldan ya duyemîn jî rêbaz.  


‘Halîl Dag bi filma xwe dibêje: ev ne film e, rastî ye’

Evdikê bal kişand ser destpêka fîlma Bêrîtan a Halîl Dag û wiha dewam kir: “Dîmenên destpêkê, dîmenên zindî ne û her kes gorê dikolin û li Şehîd Bêrîtan digerin. Hemû kesên ku di wî fîlmî de dilîzin di wî dîmenî de hene. Di vî filmê de 44 kesên ku xwe teslîm kirine hene. Halîl Dag dibêje bi wî dîmenê tiştekî vebêje. Pirsa yekemîn a sînemaya Halîl Dag li ser rastiyê ye. Ew ê çawa rastiyan vebêje, bi van lîstikvanan. Bi kolandina goran dibêje ‘ez ê çîrokê bikolim, ez ê li jiyana heval Bêrîtan bikolim’ Bi vê dîmenê ve me digire hundirê fîlmê. Di navberê fîlm û belgefîlmê de diçe û tê. 44 kes xwe teslîm dikin, beriya ku Bêrîtan şehîd bikeve. Di destpêka filmê de ew gora Bêrîtan dikolin. Bi vî rengî bi demê re dilîze û dibêje ev ne fîlm e rastî ye. Jixwe 44 kesan xwe teslîm kiriye. Ew çawa dizivirin û gorê dikolin. Di navbera rastî û mînakê de disekine û bi vî rengî bi ser dikeve.” 


‘Mamosteyê wî yê herî mezin hewldana wî bû’

Evdikê bi lêv kir ku mamosteyê herî mezin ê Halîl Dag hewldana wî bû û wiha axivî: “Ji bo me gotina wî ev e. Sînemaya me ancex bi hewldanê bi pêş bikeve. Mamosteyê me hewldana me ye. Em ê di nava hewldanê de rastiyê û rîtma Kurd bi dest bixin, fîlmê nas bikin.”


‘Tiştên ku me nekişandin di dilê me de man’

Derhêner Pîran Baydemîr jî Dag weke derhênerê çiyan pênase dike û gotina wî ya “tiştên ku me nekişand di dilê me de ma” gelek bandor li ser wî kiriye û wiha axivî: “Vê gotina wî laşê min lerizand. Ji bo ku ez sînemayê pêk bînim hêz da min. Di dersên sînemayê de tê gotin ku fîlmên baş bi butceyên zêde tên çêkirin, ekîbên zêde pêwîst in. Vê yekê hinek be jî em tirsandibûn. Heta ku min sînemaya gerîla dît. Halîl Dag ji me re got, bi derfetên kêm fîlmên baş dikarin bê çêkirin.”


DÎCLE MUFTUOGLU/DÎHA / AMED