Tevî sozên ku hikûmeta Başûrê Kurdistanê dabû endamên Desteya Bilind a Kurd û gotibûn "Emê deriyê sînor ji bo veguhestina alîkariyan ji bo rojavayê Kurdistanê vekin", berovajî van sozan tevdigere. Piştî van sozan, rêveberiya Başûrê Kurdistanê sînorê di navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê de bi têlên rêsayî bi temamî asê kir.

Tevî nerazîbûnên gelê Kurd û raya giştî helwesta xwe ya di vê mijarê de roj bi roj tundtir dike. Hat diyarkirin ku piştî vê yekê niha jî hejmareke zêde pêşmerge û çekên giran li sînor hatine bicîhkirin û kontrolên tên kirin jî zêde dibin.
Xelkên rojavayê Kurdistanê ku ji ber ambargo û girtina deriyê sînor bi zor û zexmetiyên mezin re rû bi rû ye hêvî dikirin ku karibin ji Başûrê Kurdistanê pêdiviyên xwe yên bingehîn ên weke derman, şîrê zarokan, madeyên sotemeniyê bikirin. Lê ev bi mehan e êdî nikarin nêzî sînor bibin. Girtina sînor bi têlên rêsayî û dewriyeyên pêşmergeyan, rastî nerazîbûna tund a xelkê Rojava tê. 

DÊRIKA HEMKO