Însiyiyatîfa gel a Botanê der barê vê de daxuyaniyek da û got: “Pêvajoya înşakirina jiyanek azad û rizgariya demokratîk ya ku Rêber Ap daye destpêkirin, bi fedekarî û xwedî derketina gelê me pêşve diçe. Heta niha ev pêvajoya yek alî dimeşe, bi meşa azadîxwaz û çareseriya demokratîk a gerîlyan, pêngava yekemîn ya pêvajoyê temem dike.

Tevgera me pêngavên pêwist avêtine û hemû xesasiyet li ber çavan girtin e. Lê dewleta TC heta niha ligel ku bi xesasiyet tevnagere, bi taybetî Erdogan vê pêvajoyê pragmatîst digiare dest. Ev jî pêvajoyê vala derdixîne û berbi xetereyan dibe. Dewleta TC ligel ku pêngavên erênî bavêje, li Kurdistanê mêtîngeriyê kurtir dike. Bendav, qerekol û cerdevaniyê berfireh dike. Hê jî ji bjo nasname, çand û zimanî Kurdî ji holê rabike, polîtîkayên xwe aktîftir dike. Li aliyê din li ser baweriyên cuda yên li Tirkiyeyê jî polîtîkayên înkar û yekaneyê ferz dikin. Di rojên daweî de serhildanên Gezî pêk hatin û ev jî girêdayê vê ye. Em wê serhildanê silav dikin."

'Divê têkoşîn bê bilindkirin'
Însiyiyatîfa gel a Botanê di daxuyaniye de wiha got: ''Rêber Apo ev 40 sale ji bo hemû nasnameyên cuda yên Tirkiyeyê têkoşîna jiyaneke azad dide. Ji ber vê jî Azadiya Rêber Apo azadiya gelê me  ye, divê em ji bo azadiya Rêber Apo têbikoşin. Ev di heman demê de peywirek ahlaqiye. Gelê roj bi roj zêdetir nêzî jiyaneke azad û wekhev dibe. Divê têkoşîn bê bilindkirin û li dijî polîtîkayên tunekirinê  yên TC’ê yên wekê fuhuş, tiryakê bê sekinandin.
Di vê esasê de bi pêşengiya Gelê Botanê ji bo Azadiya Rêber Apo, ji bo teşîrkirina hemû polîtîkayên mêtînger û astengkirina polîkayên çêkirina bendav û qerekolan dê meşek dirêj û nobeta du rojan bê girtin. Ji ber vê em hemû gelê xwe yê fedekar yê Botanê di 8’ê hezîranê de saet di 15.00’an de li Pira duyemîn ya Xaburê dipên û ji vir heta konê gundê Şîwreza dê bimeşin û piştre jî nobeta du rojan bigirin."

 DÎHA/QILABAN