Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê, li bajarokê Sinûnê, Şaredariya Gel vekir. Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê Faris Herbo, Midûrê Nehiyeya Sinûnê Xwedêda Çûkê, endam û rêveberên hemû sazî û şaredariyên Şengalê di merasima vekirinê de amade bûn.

Em xizmeta xelkê xwe dikin

Xwedêda Çûkê di merasîmê de axivî û vekirina şaredariyê li xelkê Sinûnê pîroz kir û got, “Em spasiya meclîsê dikin ku îro karîbû li Sinûnê navenda Şaredariya Gel veke û xizmeta gel bike. Em dizanin ku di serî de li Serdeştê û van deran di nava şert û mercên giran de, bi derfetên kêm em kar û xizmetê ji bo xelkê xwe dikin.”

Çûkê da zanîn ku şaredariyên girêdayî dewletê hene, lê heta niha nekarîne wek tê xwestin xizmeta xelkê Şengalê bikin.

Rêveberê Şaredariya Gel a Sinûnê Îbrahîm Heskanî jî got, “Me Îro pêwîst dît ku li Sinûnê ji bo xizmeta gelê xwe şaredariyê vekin. Em hêvî dikin ku em karibin piskirêkên gel yên şaredariyê çareser bikin. Em vekirina şaredariyê li tevahiya xelkê Sinûnê pîroz dikin.” Piştî axaftin û peyaman navenda şaredariyê hat vekirin.

 

ROJNEWS/SINÛN