
Li Qereqozakê şerên dijwar
Li aliyê din li derdora gundê Qereqozak ê li rojavayê Kobanê di encama pevçûnên di navbera Cephet El-Ekrad û komên çete yên DAIŞ'ê de 18 çete hatin kuştin. Li aliyê din El-Ekrad li bakûrê Helebê 11 gundên girêdayî bajaroka Ixterîn a Ezazê wekî “herêmên leşkerî” îlan kirin û ji gundiyan xwest ji bo ewlekariyê ji gundan derkevin. Her wiha di şer de 3 endamên El-Ekrad jî birîndar bûn. Hate ragihandin ku li herêmê şer û pevçûn didomin û çeteyên DAIŞ'ê ku tengav bûne ji hevalbendên xwe alîkariyê xwestiye.
Li 11 gundan şer heye
Di malpera Cebhet El-Ekrad de derbarê koma çete a bi navê El-Bexdadî ya girêdayî DAIŞ’ê ku li bajaroka Ixterîn a girêdayî herêma Ezazê bicîh bûye de jî daxuyaniyek hate weşandin. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku 11 gundên li derdora Ixterîn wekî “herêmên leşkerî” hatine îlankirin û ji gundiyan hate xwestin ku ji bo ewlekariyê gundan vala bikin. El-Ekrad bang li hemû kesên ku têkiliya wan bi koma El-Bexdadî re heye kir ku dest ji van karên xwe berdin û diyar kir ku kesên alîkariya vê komê dikin û ev bê tespîtkirin, dê bi riya dadgehên şeriî bêne cezakirin.
KOBANÊ
Ji YPG´ê peyama Newrozê
Fermandariya Giştî ya YPG'ê Cejna Newrozê li hemû gelên Rojhilata Navîn, gelê Kurd, 3 herêmên xweser ên Rojavayê Kurdistanê û tevahî têkoşer û berxwedanvanan pîroz kir. YPG'ê got, Newroza îsal dê bibe cejna azadî û herêmên xweser ên Rojavayê Kurdistanê. Di daxuyaniyê de hate gotin ku îro gelê kurd cejna vejîna roja azadî, edalet, dadmendî, roja vebûna biharê, Newroza rêwitiya li ser şopa Kawayê Hesinkar û Mezlûm Dogan pêşwazî dike.
Cejna glean pîroz be
Di berdewama daxuyaniyê de hate diyarkirin ku Newroza Kurdan roja cejna biratî, aşitî, germahiya şoreşê û jiyana wekhev û azadiyê ye. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku şervanên YPG'ê di çeperên herî pêş de şerê êrîşkar û dijberan dikin û wiha hate domandin: “Em şoreşgerên Rojavayê Kurdistanê, şervanên azadî û demokrasiyê ku li dijî Dehakên sedsalê neviyên Ehrîmanan, şerê ronahî, germahî û qenciyê dikin. Em bi agirê berxwedana Newrozan şerê li dijî zivistana bi xwîn dimeşînin.”
Newroz berxwedan e
Di daxuyaniyê de hate bibîr xistin ku YPG'ê bi hemû hêza xwe kevneşopiya berxwedana Mediyan, Huriyan û hemû tekoşerên netewa Kurdan zindî dihêlin û agirê berxwedanê geş û gûr dikin û wiha hate gotin: “Îro Şehîdên me, bi xwîna xwe ya zelal û pak kulîlkên Newroza azadiyê av didin û geş dikin.” Hêzên me ji roja avabûna xwe û heya niha, erka xwe ya parastina pêk anine, li seranserî xaknîgariya Rojava şoreşa azadiyê diparêze û li dijî nevî û zarokên Dehakê Xwînmij ên ku dixwazin welatê Kurdan, axa bihar û Newrozê dagir bikin şer dikin.”
QAMİŞLO