Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyên gerîla daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayîn:
COLEMÊRG: Roja 7’ê Mijdarê hêzên me li nêzî gundê Ertûşê yê li navçeya Çelê ya Colemêrgê li dijî 30 leşkerên rê çêdikirin çalakiyek pêk anîn. Bi çeka RPG-7 li van leşkeran hat xistin û di encamê de 10 leşker hatin kuştin. Heman rojê bi hawanan li leşkerên li girê Koordîne hate xistin. Di vê çalakiyê de 2 çeper hatin rûxandin, 2 leşker hatin kuştin.
ŞIRNEX: Hêzên me heman rojê saet di 10:30 de bi çekên giran û ferdî li tabûra Girê Cotyar a li Şirnexê xistin. Li vê derê leşkerek hat kuştin, 2 leşker jî birîndar bûn.
BEDLÎS: 6’ê Mijdarê li nêzî gundê Xelepur ê li herêma Nizarê Azê ya li navçeya Xîzan a Bedlîsê, komek ji gerîlayên me ku bi erka xwe radibû, li leşkerên Tirk rast hat û li vir şer derket. Ş Hejmara mirî û birîndarên leşkeran nehat zelakirin. Di vî şerî de hevalê me Serhat Ferqîn (Îhsan Yildiz) jiyana xwe ji dest da.
DERSÎM: Roja 3’ê Mijdarê li qada Lamec a navçeya Pîlemûrî ya navçeya Dersîmê, atrêşa Tirk dest bi operasyonê kir. Balafirên şer û helîkopterên bi tîpa Kobra tevahiya rojê bombe li herêmê barandin. Ji bejahî ve jî herêm bi hawanan hat bombekirin. Di sibeha 4’ê Mijdarê de şer qewimî divî şerî de 5 gerîlayên me yên bi fermandariya hevalê Îsa şehîd bûn û têkilî bi 4 hevalên me re qut bû.
HATAY: Roja 30’ê Cotmehê, li bajarokê Denîzcîler ê Hatayê, tîmeke me li dijî şîrketa Demîr-Çelîk a dewletê çalakiyek pêk anî. Di encamê de 3 kepçe û qemyonek hatin rûxandin.
5’ê Mijdarê li vê herêmê şer qewimî û 3 leşker hatin kuştin.
ZAP: 7’ê Mijdarê balafirên şer bombe li Qela Kurejaro ya herêma Zapê barandin.” n ANF/BEHDÎNAN