Kordînasyona Giştî ya Yekîneyên Parastina Sivîlan (YPS) li ser şerê rojên dawî yên li Şirnex û Nisêbînê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin û agahiya;  „Çeteyên qesrê, ji bo şikandina berxwedana gelê me êrîşên xwe yên hovane dewam dikin. Çeteyên qesrê di van êrîşên xwe de hemû pîvanên şer binpê dikin û bi hêzên tarî û kirêt êrîş dikin. Êrîşên bi obus, hawan, fuze û topên ji xarikan ên dijmin, bi dijwarî dewam dikin.“

Têkildarî rewşa Şirnex û Nisêbînê ku berxwedan lê didome de jî ev agahî hatin parve kirin: 

ŞIRNEX: Êvara 12’ê Nîsanê, çeteyên Qesrê xwestin bikevin taxa Bahçelîevlerê û yekîneyên me yên YPS’ê li hemberî wan çalakî lidar xistin. Encamên vê çalakiyê wê dûre bi raya giştî re bên parvekirin. Roja 14’ê Nîsanê di şerê li heman taxê de sekvanekî çeteyên qesrê hat kuştin, balafireke keşfê ya bi tîpa drone hat xistin.

Ev 4 roj in li taxên Îsmet Paşa, Gazî Paşa û Cûmhûriyetê şerekî giran diqewime. Li 7 nuqteyan di navbera yekîneyên me yên YPS’e û çeteyên qesrê de ji navbereke nêz şer qewimî. Di vî şerî de 22 çeteyên qesrê hatin kuştin, gelek jî birîndar bûn. Yekîneyên me her wiha çalakiyên sabotajê jî pêk anîn. Di encamê de 2 maşînên zirxî îmha bûn, 2 jî derb xwarin. Agahiyên berfireh wê piştre bên parvekirin. Dijmin obus, hawan, fuze û topên ji xarikan avêt taxên berxwedanê.

Roja 9’ê Nîsanê 2 endamên me yên YPS’ê dema ji wezîfeyê vedigeriyan, di şerê li hemberî çeteyên qesrê de şehîd ketin. Agahiyên li ser nasnameya endamên yekîneyên me yên berxwedanê yên şehîd ketine, wê piştre bên parvekirin. Li taxa Yenî jî ev 3 roj in şerekî giran diqewime.“

NISÊBÎN: Şer bi dijwarî dewam dike. Çeteyên qesrê hin çek anîne herêma şer, ku dema tên bikaranîn bi qasî 20 metreyan agir jê derdikeve.


Çeteyên AKP’ê Silopiyê wêran dikin

Li Silopiyê, di nava 11 rojên „qedexeya“ dawî de zarokên 2 û 14 salî jî di nav de 8 sivîl ji aliyê hêzên rejîma Tirk ve hatin qetilkirin, gelek kes jî birîndar bûn.

Li navçeya Şirnex Silopiyayê „qedexeya derketina derve“ ya careke din hat ragihandin, di roja 11. de ye. Di 4’ê Nîsanê de, di navbera çekdarên dewleta Tirk û hêzên YPS/YPS Jinê de heta danê sibehê şer qewimî û rayedarên dewleta Tirk danê sibehê heta fermaneke duyemîn li navçeyê derketina derve „qedexe“ kirin. Ji hingî ve 11 roj in bomberdûman û êrîşên li hemberî navçeyê dewam dikin. Ji ber van êrîşên dewleta Tirk, pitik û extiyar jî di nav de 8 sivîl û 5 endamên YPS/YPJ Jinê jiyana xwe ji dest dan, bi dehan kes birîndar bûn.

7 kesên di roja 8’ê Nîsanê de hatin qetilkirin, di nava dorpêçiya hêzên dewleta Tirk de bi tenê bi amadebûna 2 ji ferdên malbatê hatin veşartin. Dewleta Tirk destûr neda ku malbat bi temamî tevlî merasîma cenazeyên xwe bibin. Ji roja ragihandina qedexeyê û vir ve her roj hêzên dewletê davêjin ser malan û hevserokê DBP’ê yê Navçeyê jî di nav de bi dehan kes binçav kirin. Binçavî piştî ragirtina li emniyetê hatin berdan, lê belê li vê derê îşkence li wan hat kirin.

Heta niha li 25 kesan, bi bahaneya „qedexe binpê kirine“ cezayê pereyan hatiye birîn.

Ev 3 roj in kargeh û gelek malên li taxên Barbaros û Başakê yên ji aliyê dewleta AKP’ê ve ‘hatine desteserkirin’ bi makîneyên kar tên xerakirin.  


 NAVENDA NÛÇEYAN