Hevseroka Meclîsa Gel a bajarokê Sirrînê Henan Mudhî û Endama Dîwana Meclîsê, Imtîsal Lebebîdî aktîfbûna jinan li Sirrînê nirxandin.
Henan Muhdî bibîr xist ku di nava van 13 endamên meclîsê de 6 jin hene, her wiha di Komîteya Xizmetwarî, Komîteya Lihevanînê, Komîteya Têkiliyên Giştî û xebatên perwerdehiyê de jî jin cihê xwe digirin.
Henan Mudhî da zaîn ku piştî çeteyên DAIŞ’ê herêm dagir kir, jin ji hemû qadên jiyanê dûr xistibûn, lê piştî rizgarkirinê û avakirina meclîsê ew dixwazin îsbat bikin ku jin jî xwedî berpisyarî ye û dikare xizmeta welatê xwe bike.
Henan destnîşan kir ku piştî rizgarkirina Sirrînê û bi saya têkoşîna jinên Kurd, îro jin di hemû saziyên bajarok de cihê xwe digirin û wiha domand: “Têkoşîna jinên Kurd, bi taybetî jî hêzên YPJ’ê ji bo me bû bingehek û bawerî da avakirinê ku jin jî dikare cihê xwe di nava her werê jiyanê de bigire û xwe birêxistin bike.”
Henan Mudhî bang li hemû jinên Ereb kir ku li hemberî zêhniyeta baviksalariyê li ber xwe bidin.
‘Serdema çeteyan serdema koletiyê bû‘
Endama Dîwana Meclîsa Sirrînê, Imtîsal Lebebîdî jî da zanîn ku di dema dagirkeriya çeteyên DAIŞ’ê de her tişt li jinan hatibû qedexekirin, lê piştî rizgarkirinê û bi avakirina sîstema Rêveberiya Xweser re, jinan jî bi roleke girîng rabûne. Lebedîbî, îfade kir ku têkoşîna jinên Kurd a ji bo azadiyê û parastina welat, ji bo wê bûye hêzek ku ew jî îradeya xwe bibîne.
KENDAL CÛDÎ/ANHA / KOBANÊ