Rêxistinên Jinên Kurd ên li Swêd, Fînlandiya û Danîmarkayê, ji bo xwedî li berxwedêrên greva birçîbûnê û rojiya mirinê derkevin, her hefte wê çalakiyan bikin.

Berdevk û hevserokên rêxistinên jinên Kurd ên li welatên Skandînavyayê, ji bo rêxistinbûna xwe xurt bikin û perwerdeya xwe pêk bînin, dawiya hefteyê li bajarê Swêdê Uppsalayê civiyan.

Ji rêxistinên ji çar parçeyên Kurdistanê, 35 jin tevlî kombûnê bûn. Lêkolîner Sultan Oger li civînê axivî û diyar kir ku ji bo jin karibin bêhtir xwedî li keda xwe derkevin, pêwîstî bi perwerdeyê heye.

Oger got, “Em hem jin in, hem jî koçber in. Em li welatê xwe nînin û divê em pêwîstiyên xwe diyar bikin. Jinên Kurd ên ji neçarî koçî Ewrûpayê kirine, pirsgirêkên wan ên cuda hene. Ya sereke jî bandora jiyana li welatekî bi çandeke cuda ya li jinan e.”

Di civînê de rewşa li Tirkiye, Kurdistan û Rojava hat nirxandin û têkoşîna jinan hat nîqaşkirin. Jinan bal kişand ser grevên birçîbûnê û rojiya mirinê yên li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û biryar da ku her hefte çalakiyan bikin.

 

ANF / UPPSALA