
AZÎZ OGUR
Hewldanên Serokomarê Tirk Recep Tayyip Erdogan ên li derve hiştina Kurdan a di pêvajoya çareserî û avakirina Sûriyeyê de hêdî hêdî bêencam dimînin. Di pêvajoyê de ku Tirkiye û AKP’ya di bin serokatiya Erdogan de DAIŞ û komên din ên çete mîna amûr bi kar dianî, bi gefên dixwarin Kurd li derveyî komcivînên bilind ên derbarê Sûriyeyê de dihiştin, û ew komcivîn jî nedigihiştin encamê. Lê belê bi têkbirina DAIŞ‘ê re û rizgarkirina Reqayê re êdî muxatebên rast ên çareserî û diyarkirina paşeroja Sûriyeyê jî zelal dibin. Ji bilî Tirkiyeyê hema hema hemû hêzên herêmî û navneteweyî gihiştina encama ku bêyî Kurdan û hebûnên Bakûrê Sûriyeyê yên li dij DAIŞ’ê têkoşîneke bêhempa dan aştî û çareseriyeke mayinde ne mumkun e.
Komcivîna sêalî
Beriya civîna ku mîna Civîna Bilind a Gelan tê binav kirin ku di 2-4’ê Kanûna 2017’an de li Soçî ya Rûsyayê pêk were bi serokkomarê Tirk Tayyip Erdogan û yê Îranê Hasan Rûhanî re civîneke sêalî li dar xist. Ji daxuyaniyên piştî civînê, diyar dibe ku lihevkirineke misoger derneketiye holê. Pûtîn di civîna çapemeniyê ya piştî hevdîtinê de got, “Di vê komcivînê de ku komên olî û etnîkî yên mixalefeta hundir û derve ya Sûriyeyê wê beşdar bibin, pirsgirêkên hevbeş ên neteweyî yên Sûriyeyê wê werin guftûgo kirin. Di civînê de me mijarên mîna; di paşerojê de wê rêveberiya dewletê çawa be, destûra bingehîn wê çawa be û hilbijartinên pêk werin wê li ser kîjan esasî bin, guftûgo kirin. Divê Sûriyeyî çarenûsa Sûriyeyê diyar bikin.”
Serokkomarê Tirk Tayyip Erdogan li wir jî tiştên di çend salên dawî de dibêje, dubare kirin û got, “Bi rêxistineke terorê (PYD) re em ê di bin heman banî û di heman platformê de cih negirin, bila kes ji me vê yekê newxaze.” Erdogan careke din nîşan da ku ji çareseriyê wêdetir derdê wî yê bi tenê dijminatî û dijberiya Kurdan e û ji bilî vê yekê tiştekî din nake.
Tevî dijberiya Tirkiyeyê jî gelo wê Kurd beşdarî civîna Soçiyê werin kirin?
Pirsa girîng a heta kêliya dawî jî bersiva wê, wê ne zelaliyekê bi xwe re re bidomîne ev e.
Soçî ya bêyî Kurdan pûç e
Di serî de dikare bê gotin, navlêkirina komcivîna bilind a li Soçiyê mîna Kongreya Gelên Sûriyeyê hêviya hewldanake pozîtîf û rasteqîn tê guhê mirov. Bi israr daxwaza beşdarkirina Kurdan a Rûsyayê jî mîna nîşaneya wê yekê ye ku ders ji komcivînên beyî Kurdan ên berhewa bûyî, hatiye girtin. Yên ku bûyerên çend salên dawî dişopînin û bipêşketina di warê siyasî, leşkerî, rêxistinî û civakî de li Bakûrê Sûriyeyê bi pêşengiya Kurdan hatiye bidestxistin, dizanin, hemfikr in ku beyî beşdariya Kurdan li Soçiyê ya were lidarxistin wê gelên Sûriyeyê temsîl neke û encamê nede.
Rûsya û Îran wê bibin dûvikê Erdogan!
Li aliyê din her çiqasî mîna hevalbend û piştgirên hev xuya dikin jî baweriya min tineye ku Rûsya û Îran xwe bi benê dewleta Tirk û Tayyip Erdogan berdin çalê. Ji ber ku ew ji her kesî baştir dizanin ku di asta yekê de berpirsê şer, malwêranî û xwîna li Sûriyeyê rijiya, Tirkiye, AKP û Erdogan bi xwe ne. Her wiha dizanin ku hêza ku herî dawî çareseriyê li Sûriyeyê bixwaze, dewleta Tirk e. Ji çareseriyê wêdetir armanca wê ew e ku Kurd bê bandor bimînin, destketiyên wan ji wan werin standin.
Dibe ku hevkariya Tirkiye-Îran-Rûsya û piştgiriya wan a ji Hikûmeta Bexdayê re li Başûrê Kurdistanê bû sedema sînordarkirina Kurdan. Lê belê ev ji hunerê van hêzan wêdetir ji ber xeşîmî, xiyanet û feraseta kirêt a PDK’ê û YNK’ê pêk hat.
Ne Îran ne jî Rûsya li gorî AKP’ê tevnagerin. Sedemên vê yekê jî dikarim wiha rêz bikim:
Rûsya mecbûrî Kurdan e
Rûsya’ya ku ji bo parastina rejîma Beşar Esad bi şêwazekî çalak di şerê Sûriyeyê de cih girt, dizane ku lidervehiştina Kurdan wê rejîma Şamê tim di xeterê de bihêle. Hemû hewldan û heta zextên wê yên dema dawî li ser bingehê anîna gel hev a Kurdan û rejîmê, her wiha lihevanîna wan e. Kurdên tevahiya axa Rojavayê Kurdistanê, û beşeke mezin a Sûriyeyê ji çeteyan rizgar kirî, di heman demê de gelên herêmê, eşîrên Sûnî yên li herêmên Reqa û Dêrazorê jî li gel xwe birêxistin kirin. Lewra, Rûsya baş dizane ku bêyî lihevkirina bi Kurdan re ne paşeroja Sûriyeyê misoger dibe, ne çareserî pêk tê, ne jî aştî. Heger beriya Soçiyê Rûsya bi AKP’ê bixape û Kurdan li derve bihêlê, ev ê ji zehmetkirina rewşa Rejîmê û Rûsyayê û feydedayîna polîtîkayên dewamkirina bêîstîqrariya Tirkiyeyê pê ve, xizmetê ji tiştekî din re neke.
Îran a li benda destwerdanê
Her çiqas ji bo eniya DYE’yê lewaz bikin mîna Rûsyayê Îran jî xwe nêzîkî dewleta Tirk dike, di rastiyê de hesabên wê yên gelekî kûr û demdirêj hene. Îran a navendeke zexm a siyasetê ye û xwedî dîrokeke dirêj a siyaseta cîhanî ye, baş dizane ku bikeve bin bandora siyaseta Tayyip Erdogan wê felaketên mezin werin serê wê. Yên destê xwe dane Erdogan tev bi encamên trajîk re rû bi rû man û ne tenê di nîvê rê de hatin hiştin, dijminatiya mezin, êrişa mezin, Tirkiyeyê li dijî wan kir.
Bê guman Îran niha vê analîzê dike û li gorî wê jî tevdigere.
Li Rojavayê Kurdistanê Kurdên bûne hêz di şerê bejayî, xisûsiyeta berxwedêr, pêşbîniya siyasî, bikaranîna derfetên pêvajoyê, tifaqên pêkanîn û projeyên xwe li Sûriyeyê, bûne hêzeke hevdengî rejîmê. Heger li Sûriyeyê Kurd li derveyî pêvajoyê werin hiştin, hesabên wê serûbinî hev dibin û belkî bi têkçûna Rejîma Şamê re dorpêça li dora Îranê tengtir dibe û dora destwerdanê tê wê.
Erdnîgariya Rojihatê Kurdistanê ne mîna Sûriyeyê rast e, çiyayî û gelekî stratejîk e. Li Rojhilatê Kurdistanê çandeke şer û têkoşînê ya Kurdan heye. Li xeta sînor Qandîl ji her alî ve bûye navenda siyaset û têkoşîna tevahiya Kurdistanê. Sînorê bi bakûrê Kurdistanê ve çiyayî ye û kontrolkirin ne mimkûn e. YPG-YPJ ya ku di bin dorpêç, êriş û zextên rejîmê, çeteyan, Tirkiye û PDK’ê de jî bû hevqasî mezin bûbe, dema dor hate Îranê, heger Kurd li dij bin, wê bandoreke çawa bikin, baş dihesibînin.
DYE û Kurd nêziktir dibin
Her ku Rûsya û Îran ji bo DYE’yê lawaz bikin, tawîzan didin Tirkiyeyê û çavê xwe ji êrişên wê re digirin li Rojava DYE û Kurd bêhtir nêzîkî hev dibin. Daxuyaniya berdevkê DYE’yê yê di koalîsyona li dijî DAIŞ’ê Ryan Dillon, ê gotî, ew ê Efrînê li dij êrişên dewleta Tirk biparêzin û agahiyên dibêjin, çekên giran ji bo Efrînê tên şandin, hemleya dij vê yekê bû ku DYE’yê avêt.
Di dîroka Kurdan de cara yekê ye ku bi saya têkoşîna li ser bingehê felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Kurd bûne xwedî qedr û qîmet. Xeta sêyemîn a çareseriyê li hemû Rojhilata Navîn balê dikişîne. Berxwedêriya Kurdên xwedî îrade, pêşbînî û bûyina xwedî projeyên xwe disipêrin xet û felefeya Ocalan, Kurd bûne bijarkeke jêneger a hemû hêzên li herêmê û hêzên navneteweyî.
Hemû hêz muhtacê Kurdên bi îrade ne
Kurd têkoşîna xwe dikin û ji bo mafên xwe yên sedên salan hatine xespkirin, bi paş ve bigirin, şer dikin. Toleke mezin ji dagirkerî, mêhtingerî, xiyanet û paşverûtiyê digirin. Her ku vê têkoşînê xurt dikin dibine hêzeke mezin a diyarker li herêmê. Lewma Rûsya, DYE ji bo berjewendiyên xwe, Îran û hêzên din ên herêmê jî ji tirsa paşeroja xwe, xwe neçar dibînin, yan wê xwe neçar bibînin bi Kurdan re li hev bikin. Lê ji helwêsta li civîna pêr a li Soçiyê jî diyar e dewleta Tirk a bi rêveberiya AKP’ê li derveyî vê yekê ye û bi navê ji holê rakirina Kurdan hêdî hêdî dawiya xwe tîne.