Navenda Ciwanên bajarokê Şoreş ê ser bi ser navçeya Çemçemala Silêmaniyê kursên havînê ji bo sedan ciwan û xwendekaran vekirine.

Rêveberê Navenda Ciwanên Şoreş, Soran Baba der barê xebatên xwe de axivî û got, “Bi boneya mehên havînê me 14 kurs ji bo ciwan û xwendekarên bajarokê Şoreş, li navçeya Çemçemal û derdorê vekirine. Niha zêdetirê 700 ciwan û xwendekar beşdarî kursan dibin.”

Soran Baba bal kişand ser hejmara kursên ji aliyê navenda wan ve vekirî û got, “Kursa fêrbûna zimanê Ingilîzî, Erebî û Farisî, her wiha kursa terzîtiyê ji bo jin û zilaman, kursa berber, kursa fêrbûna komputer û fêrbûna sîstema ceyrana malan û kursa şêwekariyê tê dayîn”

Mamostayê Kursê yê dersa Farisî, Selah Necmedîn got: “Piştî temamkirina kursan xwendekar dikarin bi awayekî baş bi zimanê Farisî biaxivin. Her wiha xwendekar û ciwan pirr baş sûdê ji kursên din jî werdigirin.”

Selah Necmedîn behsa giringiya van kursan ji bo bajarokê Şoreş jî kir û diyar kir ku ev pêwistiyek bû ji bo ciwan û xwendekarên bajarokê Şoreş. Ji ber ku di vir de gelek xizmên şehîdan û enfalkiriyan dijîn.”


AŞTÎ EHMED/ROJNEWS/ÇEMÇEMAL