FATÎH: Rêxistina BDP'ê ya Fatîhê li ber Îstasyona Metro ya Aksarayê daxuyanî da. Gelek kes tevli daxuyaniyê bûn û di çalakiyê de dovîzên wekî; "Zimanê me rûmeta me ye", "Bila Sonda me bê rakirin", "Bila hebûna min diyariyê hebûna kesekî nebe" hatin vekirin û dirûşam "Bê ziman jiyan nabe", "Perwerdehiya zimanê zikmakî mafê me ye" hatin berzkirin. Daxuyanî bi Kurdî û tirkî hatin xwendin. Serokê rêxistina BDP'ê ya Fatîhê Murat Canoglu anî ziman ku bi salane 'Sonda me' tê xwendin û wiha got: "Ger daxwazên gelê Kurd neyê pejirandin aştî pêk nayê." Canoglu destnîşan kir ku mafê perwerdehiya zimanê zikmakî mafek e.
KADIKOY: Rêxistina BDP'ê ya Kadikoyê û rêxistina BDP'ê ya Uskudarê li Meydana Îskeleyê ya Kadikoyê daxuyaniya hevpar dan û gelek kes tevli daxuyaniya çapemeniyê bun. Di çalakiyê de bênavber dirûşmên; "Bê ziman jiyan nabe", "Zimanê me rûmeta me ye" hatin berzkirin. Daxuyaniya Kurdî ji aliyê rêvebira BDP'ê Uriye Kalkan û daxuyaniya tirkî ji aliyê hevserokê BDP'a Kadikoyê Adnan Kaçmaz hatin xwendin.
BEYOGLU: Ji aliyê rêxistina BDP'ê ya Beyogluyê bi tevlibûna hezaran li taxa Haciahmetê daxuyanî hat dayîn. Di çalakiyê de zarokan dovîzên "Ziman jî bi perwerdehiye tê parastin" hatin vekirin û dirûşmên; "Bê ziman jiyan nabe", "Kurd Kurdî Kurdîstan" hatin berzkirin. Daxuyaniyên bi Kurdî û tirkî ji aliyê hevserokên rêxistina BDP'ê ya Beyoglu hatin xwendin.
Her wiha li navçeyên Stenbolê yên wekî; Maltepe, Umraniye, Pendîk, Sancaktepe, Ataşehîr, Kartal, Sultanbeylî, Arnavutkoy, Eyup, Sultangazî, Şîşlî, Kagithane, Zeytînburnu, Esenlerê bi heman armancê li ber avahiyên BDP'ê û Midûriyeta Perwerdehiya Neteweyî yên navçeyan, daxuyanî hatin dayîn.
DÎHA/STENBOL
Şaxa KURDÎ-DER'ê ya Îzmîrê ji bo perwerdehiya zimanê Kurdî û astengiyên li hember ziman meş lidarxist.
Endamên Şaxa KURDÎ-DER'ê ya Îzmîrê ji bo perwerdehiya zimanê Kurdî û 'Sonda me' ku her serê sibê li dibistanan tê xwendin bê rakirin, li pêşiya Konak Pîer AVM hatin cem hev û heta Sumerbanka berê meş lidarxistin. Ji bilî endamên KURDÎ-DER'ê gelek kes tevli çalakiyê bûn û di meşê de pankarta "Êdî bes e, em perwerdehiya bi zimanê xwe dixwazin" hat vekirin û dirûşmên; "Bê ziman jiyan nabe", "Bijî berxwedana Rojava" hatin berzkirin.
Piştî meşê li ser navê girseyê endamê KURDÎ-DER'ê Mehmet Adsiz daxuyanî xwend û balkişand ser girîngiya perwerdehiya zimanê zikmakî. Adsiz da zanîn ku ji holê rabûna ziman, ji holê rabûna çanda gelekî ye û Adsiz xwend 'Sonda me' ku li dibistanan tê xwendin bê rakirin. Piştî daxuyaniyê çalakî bi dawî bû.
ÎZMÎR