SADIYE ESER / MA/STENBOL
Li Stenbolê çend ciwanan, koma xwendinê ya bi Kurdî ava kiriye û kitêbên Kurdî dixwînin. Endamê komê Hanîfî Ronak, got, “Li her warî divê xwendin û nivîsandina bi Kurdî hebe. Divê gelê me qîmetê bide vê yekê û belav bike.”
Ciwanan par ev kom ava kiriye û armanca wan ew e ku hem kurdiya xwe bi pêş ve bibin hem jî xwendin û nivîsandina bi Kurdî li her deverê û li her warî belav bibin. Ji endamên komê Hanîfî Ronak, par li Komeleya Lêkolînên Kurdî dest bi Kurdî kiriye. Ronak dibêje, wan weke kursiyerên komeleyê bi hev re ev koma xwendinê ava kiriye. Û ji hingê ve jî bi awayekî bi rêk û pêk xwendinên xwe yên bi Kurdî dikin.
Minaqeşeyên xwe dinivîsînin
Hanîfî Ronak dibêje, “Li Tirkiyeyê û herêmê Kurdan, Kurdî ne zimanê perwerdehiyê ye. Loma me xwest Kurdî parçeyekî jiyana me be. Ez ji Agiriyê me. Ez dikarim bi malbat û xizmên xwe re bi Kurdî biaxivim, lê belê li Stenbolê derfeteke wisa tine. Li kargehê em bi Tirkî dipeyivin. Di warê Kurdî de hin kêmasiyên me hebûn. Ji bo em van kêmasiyan hal bikin, em û çend ciwanên kurd hatin cem hev û me komek ava kir. Me bi 10 kesan kom ava kir. Carinan ji ber kar û bar, hejmar kêm dibû. Lê dîsa jî em dihatin cem hev. Em pirtûkan dixwînin, nîqaşên xwe dikin û dinivîsînin jî.”
Endamên komê du hefteyan carekê tên cem hev. Hanîfî Ronak vê bangê jî dike: “Divê xwendin û nivîsandina bi Kurdî hebe. Divê gelê me qîmetê bide vê yekê.”