Li Beyazit a Stenbolê, doh di dema derbasbûna wesayîta hêza polîsan de teqînekê rû da. Li gorî daxuyaniya Walîtiya Stenbolê 7 polîs mirin, 4 sivîlan jiyana xwe ji dest dan. Hat ragihandin, 3 jê giran 36 kes jî birîndar bûn. Çavkaniyên herêmî dibêjin, hejmara polîsên mirin e gelekî zêdetir e.
Weşana li ser çalakiya li hemberî wesayîta polîsan a li Veznecîler a Stenbolê hat qedexekirin. 10. Dadgeriya Ceza ya Sûlhê ya Stenbolê, weşana li ser teqîna li Veznecîler a Stenbolê qedexe kir. Di êrîşa bombeyî ya li hemberî wesayîta polîsan a li vê derê de 7 jê polîs 11 kes mirin, 36 kes jî birîndar bûn.
Dadgeriya Tirk weşana li çapemeniya nivîskî, dîtbarî, înternet, medya civakî qedexe kir.
STENBOL